Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê, diyar kir ku ew biryara Parlamentoya Iraqê ya betalkirina encamên hilbijartinên taybet (hêzên ewlekarî-pêşmerge) ên Herêm Kurdistanê qebûl nakin.
Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê têkildarî betalkirina encamên hilbijartinên taybet ên Herêma Kurdistanê, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku betalkirina dengên taybet ên hêzên pêşmerger, polîs û hêzên dijî terorê yên Herêma Kurdistan nayê pejirandin.
‘Em napejirînin’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku biryar siyasî ye wiha hat gotin: “Cudakirina dengên taybet yên Herêma Kurdistanê ji parêzgehên din ên Iraqê armancek siyasî ye û hinek hizbên Iraq û Kurdistanê li pişta vê yekê ne. Ev yek li hemberî mafê yasayî yê dengdanên endamên hêzên xwecihî yên herêmê ye û nayê pejirandin.
Di berdewama daxuyaniyê de têkildarî ji nûve hejmartina giştî dengan a seranserê Herêma Kurdistan û Iraqê jî ev tişt hatin gotin: “Di demeke ku piştevaniya hemû rêyên destûr û yasayî, ji bo bi duvçûn û hejmartina dengan, ji bo derxistina rastiyê û dirûstkirina encamên hilbijartinê a li seranserê Iraq de, em ji şêwazê derbazkirina yasayê xemgînin.”
Di dawiya daxuyaniyê ji dadgeha federal a Iraqê helwestek zelal hat xwestin û ev bang hat kirin: “Em daxwaz dikin ku dadgeha federal bi awayekî lezgîn helwestek zelal û yekalî a destûrê nîşan bide û sînorek ji bo binpêkirinên ku ev demeke Parlamentoya Iraqê li dijî mafê desturî yê gelê Kurdistan derbaz dike nîşan bide.”
Hêjayî gotinê ye ja di 06’ê Hezîrana 2018’an de Parlamentoya Iraqê biryara ji nûve hejmartina dengan da bû. Li gorî biryarê wê li ser seranserî Iraqê wê hemû deng bi dest bên hejmartin. Her wiha dengên taybet û koçberan jî hatibûn betalkirin.

