Balafirên şer yên artêşa Tirk Binarê Qendîl û Dola Balayan bombebaran dike.
Îro di saet 11.10’an ve balafirên şer yên Tirk gundên Dola Balayan û gundên Qendîl, mintiqeya Navdeştê ya Binarê Qendîlê bombebaran dike. Têgotin ku heya van kêliyan jî êriş berdewam e.

Balafir gundên Kelk û Buran yên li Dola Balayan, Bukrîskan, Qelatuka, geliyê Bedran yê Binarê Qendîlê bombebaran dike.

Ev herêmên ku tên bomberankirin herêmên sivîl in. Bi vî awayî hem jiyana welatiyên herêmê, hem xwezaya herêmê hem jî jiyana lawiran dikeve metirsiyê.

Ji ber êriş berdewam in me nekarî agahiyên berfireh bigirin.

