Lêkolîneran piştî xebateke girîng, hebûna qeşayê ya li hîvê piştrast kirin. Di kovara zanistî ya PNAS’ê de NASA’yê diyar kir ku cemed li kraterên bakur û başûrê hîvê cemed dîtine.
Weke ku tê zanîn di encama lêkolînên NASA’yê de li hîvê av hatibû dîtin. NASA’yê di parvekirinên xwe yên dawî de ragihandin ku di encama lêkolînên wan ên dawî de hebûna ava cemidî ango qeşayê hatiye piştrastkirin.
Di hejmara dawîn a Kovara zanistî ya Amerîkayê PNAS’ê di makaleyekê zanistî de têkildarî dîtina qeşaya li hîvê agahî hatin dayîn. Di makaleyê de hat diyarkirin ku qeşa li bakur û başûrê hîvê hatiye dîtin. Di heman demê de hat destnîşankirin ku li kraterên ku tîrêjên rojê lê nadin, qeşa hatiye dîtin. Her wiha tê gotin ku li van krateran tu caran pileya germahiyê ji -150’î nabihûre.
Cara yekemîne hebûna cemedê tê qebûlkirin
NASA’yê ragihand ku çend mîlîmetreyên qeşa (cemed) û hinek avê, ji bo keşfên li hîvê û mayina li wir têra dike. Hêjayî gotinê ye ku ji sala 1972’yan heta niha yek jê projeyên herî bi îdia ya NASA’yê ew e ku mirovan bişîne hîvê. Lêkolîneran di 18 mijdara sala 2008’an de bi saya şandina enstrûmaneke bi sondeya Hîndê re hîn bûbûn ku li hîvê qeşa heye. Lê ev cara yekemîne ku hebûna qeşayê ji hêla NASA’yê ve tê qebûlkirin.
Li Marsê goleka binerd hatibû dîtin
Di sala 2017’an de piştî nîqaş û lêkoklînên cidî, lêkolîner gihaştibûn wê encamê ku li kûrahiya hîvê av heye. Di heman demê de di encama lêkolînan de li gerstêrkên Merkûr û Marsê jî av hatibû dîtin. Her wiha li gerstêrka Marsê di bin erdê de goleka avê hatibû ya binerd hatibû dîtin.

