Mizgîn Akman a ku 11 mehan li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ma û du hefte berê hat tehliyekirin, behsa binpêkirinên mafan ên girtîgehan kir.
Akman diyar kir ku deme roja ewil ew birine girtîgehê lêgerîna tazî li ser wê ferz kirine û wiha got: “Li me ferzkirin ku em biçin qawişên serbixweyan. Gotin ger hûn biçin qawişên serbixweyan dê hûn ê zû bên berdan, çi karê we di nav siyasiyan de heye. Dema me qebûl nekir lêgerîna tazî ferz kirin. Bi ser qawişan de digirtin. Di serdegirtinan de radyoyan dibirin. Niha bi derve re tu têkilî tune ye.”
Di axaftina xwe de Akman da zanîn ku girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyê nayên kirin û yên tên sewqkirin jî di dema dermankirinê de kelepçeya wan nayê vekirin û wiha bi dawî kir: “Dema dibin nexweşxaneyê jî ji wan re dibêjin ‘hûn terorîst in me hûn anîne nexweşxaneyê hîn hûn dibêjin kelepçeyan vekin’. Her wiha welatiyên derdorê jî li dijî girtiyan sor dikirin. Girtiyên demek dirêj e girtîne nabin nexweşxaneyê. Sureyya Bulut a cezayê muebetê girtiye jî xwînê vedireşe. Girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin.”

