Ji bo zarokan awayê tehma cejnan biguhere jî lê tehma wê eynî ye. Berê kelecaniya cejnê di rojên erefeyan de destpê dikir. Zarokan bi şev xew nedikirin, hine bi destên xwe dixistin û kincên cejnê li ber serê xwe dadanîn û wiha radizan. Zarokên ku berbanga sibehê radibûn, destên xwe ji hinê dişûştin, kincên xwe yên cejnê li xwe dikirin, poşetên reş dixistin destên xwe û bi lez û bez derî bi derî digeriyan.
Her çiqas di roja me ya îroyîn de mîna berê nebe jî lê çanda pîrozkirina cejnê hîn li bajarên Kurdistanê didome. Zarok, niha li şûna poşetên reş, bi poşetên rengîn şekiran kom dikin. Di nav salan de, gelek tişt hatin guhertin lê hîna jî kelecaniya cejnê di çav û dilê zarokan de qet kêm nebûye. Rast e rengê poştean guherîn lê kevneşopiya cejnê neguheriye.

