Sepanên Amerîkayê yên aborî yên li dijî dewleta Îranê di serê vê sibehê saet di 06.01’an de ketin meriyetê. Amerîka dixwaze ku bi van sepanan re aboriya Îranê ber bi têkçûnê ve bibe û Îranê girêdayî fînansa global bike.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li dijî Îranê dest bi sepanên giran kir. Piştî ku serokê DYA’yê Donald Trûmp di meha gulanê de Peymana Nukleerî vekişiyayî, DYA’yê dabû zanîn ku dê li dijî dewleta Îranê sepanên cur bi cur bixin meriyetê. Beşa duyemîn a van sepanan jî îro di saet 06.01’an de kete meriyetê.
Weke ku tê zanîn beşa yekemîn a sepanên aborî ya DYA’yê ya li hemberî Îranê, di roja sêşemê de ketibûn meriyetê. Di nava van sepanan de jî xebatên bazirganî, îthalata madeya xam, sektora otomobîlê û rêwîtiya hewaya bazirganî di nav de hebûn. Tê payîn ku dê di meha mijdarê de jî sepanên nû bikevin meriyetê. Tê payîn ku dê bi sepanên di meha mijdarê de jî beşên sektora petrol, gazê û Benqeya Navendî hedef bên girtin.
Riyalê Îranê heliyaye
DYA bi van sepanên dawî re dixwaze ku derbekê giran li aboriya Îranê bixe û ber bi krîzeke giran ve bibe. Jixwe li hemberî dolarê amerîkî, Riyalê Îranê têk çûye û enflasyon zêde bûye. Têkildarî mijarê serokomarê Îranê Hesen Rûhanî şevê din axivî û hewldanên DYA’yê weke şerê psîkolojîk bi nav kir. Rûhanî gotinên Trump ên ‘Îran divê gûftugoyê bike’ jî diyar kir ku ji bo derxistina aloziya di hundirê Îranê de dibêje.
‘Tercîhekê Îranê heye’
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Trump jî ji bo Îranê wiha di got: “Tercîhek li ber rejîma Îranê heye. An dê nêzîkatiya xwe ya gefxur û tevliheviyê derdixîne biguehrîne û vegere hembêza aboriya global, an jî dê tecrîda aborî li ser wan bidome.”

