Berdevkê Yekitiya Matematîkvanên Navneteweyî daxuyand ku ewê madalyayek nû bidin Koçer Bîrkar ê ku madalyaya wî hatibû dizîn.
Li bajarê Rio de Janeiro yê Brezîlyayê Kongreya Matematîkvanê Navneteweyî hatibû lidarxistin. Madalya Fieldsê ya ku wek Nobela zanista matematîkê tê qebûlkirin dabûn Koçer Bîrkar ê kurdê Rojhilatê Kurdistanê. Madalyaya Bîrkar a ku tevî telefona wî di çentê wî de bû roja mersîmê hetibû dizîn. Polîsên Rio de Jeneiro dest bi xebata dîtina çante kiribûn. Polîsan çente dîtin lê bes madalya û telefon nedîtibûn.
Komîteya Xelata Yekitiya Matematîkvanên Navneteweyî têkildarî nedîtina madalyayê daxuyanî da û diyar kir ku ew ê madalyayek nû bide Koçer Bîrkar. Berdevkê Yekitiyê daxuyanî da û got: “Wê ji heman madalyeyê ji bo Koçer Bîrkar bê dayîn. Beriya xelatê 5 madalya hatibûn amadekirin. 4 kesan madalya qezenc kir. Madalya 5’emîn mabû. Em ê vê madalyaya 5’emîn bidin Koçer Bîrkar.”

