Rêveberê PYDê Ewwas Elî ragihand ku Amerîkayê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re peymana 10 salan girêdaye ku hêzên xwe ji Sûriyeyê venekişîne. Rayedarekî HSDê jî li ser îdiayên ku Amerîka hêzên xwe ji Sûriyeyê vedikişîne diyar kir ku eger niyeta vekişandina Amerîkayê ji Sûriyeyê hebe, çima hêza xwe li Sûriyeyê zêde dike. Hat îdiakirin […]
Rêveberê PYDê Ewwas Elî ragihand ku Amerîkayê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re peymana 10 salan girêdaye ku hêzên xwe ji Sûriyeyê venekişîne. Rayedarekî HSDê jî li ser îdiayên ku Amerîka hêzên xwe ji Sûriyeyê vedikişîne diyar kir ku eger niyeta vekişandina Amerîkayê ji Sûriyeyê hebe, çima hêza xwe li Sûriyeyê zêde dike.
Hat îdiakirin ku Amerîkaya ku 22 baregehên leşkerî yên li herêmên di bin kontrola hêzên HSDê de hatine avakirin û nêzî 5 hezar leşkerên wê hene, dê hemû alîkariyên ku didin rojavayê bakurê Sûriyeyê bibirin. Ev yek di çapameniya Amerîkayê de bû sedema şîroveyên ku Amerîka hêza xwe ji Sûriyeyê vedikişîne.
Televizyona Amerîkî ya CBSê ku xwe dispêrê rayedarên amerîkî biryara vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê û qutkirina alîkariyan piştî gotûbêjên di nava saziyan de hate wergirtin.
Di demên dawiyê de tê axaftin ku dê Amerîka ji Sûriyê vekişe û li şûna wê dewletên erebî werin bicihkirin. Ji aliyê din ve hevkarên wan ê herî mezin PYD û HSDê jî difikirin ku Amerîka ji Sûriyê venekişe.
Derbarê mijarê de Rêveberê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Ewwas Elî ji Spûtnîkê re axivi.
‘DI NAVBERA AMERÎKA Û HSDê DE PEYMANEKE 10 SALAN HEYE’
Elî teqez kir ku ti armanceke Amerîka ya vekişîna ji Sûriyê tine ye, “Amerîka ji Sûriye venakişe, çimkî vekişîn ne li gorî berjewendiyên wê ye. Amerîka ji Sûriyê venakişe, çimkî di navbera Amerîka û HSDê de peymaneke 10 salan heye. Amerîka heta 10 salan dê alîkariyên leşkerî bide HSDê. Amerîka ji bo ku fişarê li dewletên erebî bike û pereyan ji wan bistîne vekişîna ji Sûriyê tîne rojevê.”
Amerîka ji ber ku di warên mijarên madî alîkariyan werbigire vekişîne nîqaş dike. Eger Amerîka ji Sûriyê vekişe di serî de ji bo Kuwêt û Erebistana Siûdî metirsiyeke mezin pêk bîne. Çimkî ger Amerîka vekişe DAIŞê dê ji nû ve zindî bibe û ev yek dê ji bo dewletên erebî metirsiyeke mezin derxe holê.”
‘EGER PLANEKE AMERÎKAYÊ YA VEKIŞÎNÊ HEBÛYA, HEBÛNA LEŞKERÊN XWE YÊN LI SÛRIYÊ ZÊDE NEDIKIR’
Ji aliyê din ve rayedarekî payebilind ê HSDê jî ev tişt gotin: “Armanceke Amerîkayê ya vekişînê ji Sûriyê tine ye. Vê yekê hergav ji me re dibêjin. Eger planeke wan a vekişîne hebûya hebûna leşkerên xwe yên li Sûriyê zêde nedikir, bereksî wê dê kêm bikira. Amerîka li herêmên ku me ligel hev ji DAIŞê rizgar kirine baregehan ava dike. Li bejahiya Dêra Zorê baregehên nû ava dike. Hebûna xwe ya li Minbicê, ya li ser sînorê Sûriyê zêde dike.Bi Amerîkayê re peymanên me hene. Eger Amerîka ji Sûriye vekişiya ewqas plasmanên leşkerî ne dikir. Li Bakurê Sûriyê gelek baregehên leşkerî hene. Ji ber sedemên ewlehiyê em hejmara baregehan û leşekeran eşkere nakin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Sûriye 5 hezar leşker û 22 baregehên Amerîkayê hene. Li herêmên bakurê Sûriyê yên di destê HSDê de li Dêril, Tebqa, Rimêlan, Hol, Şedadî, Kobanî, Eyn Îsa, Minbic, Reqa, Dêra Zorê, Hesekê û Girê Spî baregêhn leşkerî yên Amerîkayê hene.
ABD ile Irak askeri konuları yeniden müzakere edecek3 Haziran 202007:48 NATO: Türkiye’ye destek olacağız, ittifakın güneydoğu sınırını korumaya devam edeceğiz28 Şubat 202007:29 Narin Güran cinayeti hala aydınlatılamadı! İşte savcıya göre cinayetin failleri14 Eylül 202409:19 Lübnan Hizbullah’ı İsrail’e saldırdı14 Eylül 202408:43 Narin Güran cinayetinde, Salim Güran’ın 15 yaşındaki çalışanı tutuklandı14 Eylül 202408:31 Putin, Ukrayna’daki uzun menzili füzeler NATO’nun ve savaş sebebidir14 Eylül 202407:32 Narin’in tutuklu amcasından “hayat kadını” detayı14 Eylül 202400:40