Hevjîna namzetê Serokomariya Tirkiyeyê yê HDPê Selahattin Demirtaş, Başak Demirtaş, çû serdana hevjînê xwe yê li Girtîgeha Edîrneyê û wêneyê Demirtaş ê herî dawî parve kir.
Başak Demirtaş li Edîrneyê çû serdana hevjînê xwe Selahattin Demirtaş ku niha li girtîgehê ye û piştî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyeke Demirtaş ku li ser maseyê bi hev re rûniştine belav kir.
Başak Demirtaş li ser wêneyê wiha nivîsandiye: “Ji bo jiyaneke xweş, behsa nêrîn û projeyên xwe kir. Ez qanih bûm.”

