Welatiyên ji Bakûrê Kurdistanê û Tirkiye yên li Iraq û Herêma Kurdistanê dimînin, wê sibe ji bo hilbijartina serokomarî û parlamentoya Tirkiyeyê dengên xwe bikar bînin.
Hilbijartinên serokomarî û parlamentoya Tirkiyeyê wê di 24’ê Hezîranê de pêk werin. Lê hilbijêrên li derveyî welat ji 7’ê Hezîranê ve li nûnergehên Tirkiyeyê û deriyên sînor dengên xwe bikar tînin.
Li Iraq û Herêma Kurdistanê jî welatiyên ji Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê ku mafê wan ê dengdayînê heye, wê sibe dengên xwe bikar bînin.
Dengdayîn wê li konsolosxaneyên Tirkiyeyê yên Iraq û Herêma Kurdistanê pêk were. Li Herêma Kurdistanê wê dengdayîn li Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê pêk werin. Dengdayîn ji serê sibehê destpê bike û êvarê bidawî bibe.
Di hilbijartinan de partiyên ku dikevin hilbijartinan jî dikarin nûnerên xwe bişînin cihê dengdayînê û çavdêriyê bikin.
Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê jî, wê sibe erkdarên xwe bişîne ser sindoqên dengdayînê.
Di hilbijartinên 7’ê Hezîrana sala 2015’an de li Iraq û Herêma Kurdistanê 150 hezar hilbijêr hebûn.
Di referanduma makezagonê ya Tirkiyeyê ku di 16’ê Nîsana 2017’an de pêk hatibû de, ji dengên ku li Iraq û Herêma Kurdistanê hatine bikaranîn, sedî 61.41 dengên “Na” derketibûn.

