Saziya Mafê Mirovan a Cîhanê danezanek belav kir û di vê danezanê de bi zimanek tund rexne kir ku Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) a ji aliyê Tirkiyeyê ve tê destekirin, li Efrînê malên gel talan dikin.
Sazî di danezana xwe de, “ASA malên gelê Efrîniyan talan dike û diruxîne. Tevî di navendê de şer derneketiye jî, malên kesên bajêr terikandine jî bi bombebarandinan hatiye ruxandin.
ASA di 20ê rêbendanê de, li herema Efrînê bi desteka Tirkiyeyê operasyon da destpêkirin û di 18yê adarê de Efrîn ketibû bin kontrola ASA û TSK (Hêzên Çekdarên Tirk)
YN: Diyar kir ku di vê pêvajoyê de 137 hezar kes ji malên xwe reviyane û penaberî heremên cuda cuda bûne.

