Roja 29’ê Cotmehê Roja Cîhanê ya Piştgiriya ji bo Qurbaniyên sûcên namûsê ye û ji bo piştgiriya bi qurbaniyên vî sûcî re, Koordînasyona Jinan a Heyva Sor a Kurd daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya parka giştî ya bajarê Qamişloyê ji aliyê rêvebera koordînasyonê Ceylan Îbrahîm ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hat vegotin: “Di 29’ê Cotmeha 2009’an de dadgeha rêjîma Sûriyeyê kujerek ku xwişka xwe kuştibû, bê sûc bi nav kir. Li ser vê yekê Navenda Çavdêriya Jinan a Sûriyeyê ev roj wek ‘Roja Piştgiriya bi Qurbaniyên Sûcên Namûsê re ya Cîhanê’ bi nav kir ku bi dirûşma ‘Da ku em wê rojê ji bîr nekin û ev sûc nebe dîrokeke reş, ger em hemû bi erka xwe ranebin û hincetan negirin’ pêk hat. Sûcdariya namûsê sûcekî mêran e ku di nav malbatê yan xizimtiyê de ye û dema jinek karekî derexlaqî wekî zinakarî dike, sûcdar sûcê xwe pêk tîne û îdia dike ku ew namûsa xwe diparêze. Em wek Koordînasyona Jinan a Heyva Sor a Kurd bi piştgiriya xwe bi qurbaniyên vî sûcî re radigihînin.”

