Nûnera ÎHD’ê ya Herêma Çukurovayê parêzer Yasemîn Dora Şeker da zanîn ku girtiyên ku di dema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de birîndar bûn û li Girtîgeha Jimar 1 û Jimar 2 yên Tîpa T ya Osmaniyeyê tên girtin, tevî birînên xwe jî nayên dermankirin. Şeker got ku hindik maye ku gelek girtiyên birîndar seqet bimînin û destnîşan kir ku nedermankirina girtiyên birîndar sûc e.
Nûnera Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Herêma Çukurovayê parêzer Yasemîn Dora Şeker û heyeta li gel wê, di 28’ê îlonê de serdana Girtîgeha Jimar 1 û 2’yan a Tîpa T a Osmaniyeyê kirin. Têkildarî binpêkirinên li van girtîgehan jî ÎHD’ê raporek amade kir. Der barê mijarê de Yasemîn Dora Şeker ji nûçegihanên MA’yê bi Hamdullah Kesen re axivî. Şekar da zanîn ku li Osmaniyayê girtiyên birîndar nayên dermankirin.
Yasemîn Dora Şeker anî ziman ku girtiyan bi rêya name û telefonan xwe gihandine malbatên xwe û binpêkirinên li girtîgehan wiha vegot: “Li ser vê yekê jî me serdana girtiyan kir. Girtiyên ku di dema qedexeya derketina kolanan a li Nisêbînê de bi birîndarî hatine binçavkirin û li Girtîgeha Jimare 1 û Jimare 2 ya Tîpa T ya Osmaniyeyê de dimînin, nehatine dermankirin. Yek ji van birîndaran jî Akar Îkbal e. Ger neyê dermankirin dê seqet bimîne.”
Hindik maye ku seqet bimîne
Şeker diyar kir ku Îkbal di dema qedexeya derketina kolanan a li Nisêbînê de ji destê xwe yê çepê birîndar bûye û perçeyê guleyê di sîngê wî de ye. Şeker wiha domand: “Nikare bêhnê bistîne. Ji ber ku milê wî yê çepê nayê emeliyatkirin, her ku diçe biçûk dibe û lawaz dibe. Hindik maye ku seqet bibe. Ji bo emeliyatê birin nexweşxaneyên dewletê yên Edene û Osmaniyeyê. Lê van nexweşxaneyan tenê hebên êşbirînê danê. Van heban jî gardiyan nadin an jî bi darê zorê devê wî vedikin û wisa didin.”
Heqaret û derbkirin
Di berdewamê de jî Şeker got ku jimartina ser pêyan li girtiyan tê ferzkirin û wiha pê de çû: “Niha jî bi darê zorê li girtiyan didin û radikin ser pêyan. Gef li girtiyan tên xwarin û kes li revîrê bi wan re eleqedar nabe. Dema ku girtiyan dibin nexweşxaneyê di odeyên hucreyê de tên girtin û heqaret lê tê kirin. Di lêgerînên kêfî de jî qawîş tên serobinokirin. Îkbal xwest ku dawî li tecrîda li ser wan bê û hevalên wan ên birîndar bên dermankirin.”
Girtiyên birîndar xistine hucreyê
Parêzer Şeker bi lêv kir ku girtiyê nexweş Abdulkadîr Baybars jî di dema qedexeya derketina kolanan a li Nisêbînê de bi birîndarî hatiye girtin û der barê Baybars de wiha got: “Di hucreya yekkesî de tê girtin, nikare bêhn bigire û nayê dermankkirin. Di dilê wî de pûl heye. Her wiha Adem Amaç jî birîndar e û nayê dermankirin. Girtiyê birîndar Sîraç Yuksel jî nayê dermankirin û di hucreyê de tê girtin. Birîndarê bi navê Mehmet Farûk Engîn jî hindik maye ku seqet bibe û hîn jî birînên wî nekewîne. Yavûz Akar jî ji nava xwe nerihet e û li enxweşxaneyê tenê heba êşbirînê jê re dane. Girtiyên extiyar û nexweş Celîl, Fahrettîn û Yuksel jî tedawiya wan bi derengî hatiye xistin û rewşa wan xerabe. Girtî ji bo ku dawî li vê rewşê bang li raya giştî kir.”
Girtîgeh bersiva serlêdanan nadin
Parêzer Yasemîn Dora Şeker herî dawî jî ev agahî bi raya giştî re parve kirin: “Di têketina girtîgehê de lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin, tên derbkirin û girtiyên nexweş ên li dijî bi kelemçekirî birina nexweşxaneyê derketin, hatine derbkirin. Gardiyan bi awayeke keyfî li qawîşan lêgerînan dikin û provakasyonan dikin. Hewedarî bi têlan hatiye pêçan û ji ber vî jî pirsgirêka hewa û ronahiyê heye. Dema ku em ji ji îdareya girtîgehê re van tiştan dibêjin jî red dikin. Mixabin serlêdanên me nabersivînin. Her wiha der barê gelek giliyên me de jî biryarên neşopandinê tên dayîn. Em baş dibînin ku pirsgirêk kêm nebûne û her ku diçe zêdetir dibin. Ev rewşeke nebaş e. Netedawîkirina girtiyan sûc e.”

