Sala nû ya perwerdeyê ya Şengalê bi tevlêbûna bi hezaran xwendekaran dest pê kir. Mamosteyan da zanîn ku bi vegera gel re hejmara xwendekaran jî zêde dibe û bang li hemû malbatên êzidî yên ku vegerin Şengalê kir ku zarokên xwe bişînin dibistanan.
Li herêmên Şengalê yên di bin kontrola Meclisa Xweseriya Demokratîk de, sala nû ya perwerdeyê dest pê kir. Bi pêşxistina pergala xweser, zêdebûna derfetan û vegera gel re pergala perwerdeyê jî berfirehtir dibe. Pergala ku 4 sal beriya niha hatibû avakirin, di sala 2017-2018’an a perwerdeyê de li 11 dibistanan bi beşdariya 1000 xwendekaran xebat dabûn meşandin. Lê piştî ku li hin herêman pirsgirêkên ewlekariyê hatin çareserkirin û gel jî vegeriya ser warê xwe, hejmara dibistanan jî zêde bûn.
Di sala nû ya perwerdeyê de li navenda Şengalê 4 dibistanên din jî hatin zêdekirin û hejmara xwendekaran derket hezar 500’î. Di rewşa niha de li Şengal, bajaroka Xanesor, wargeha Serdeşt, gundên Kersê û Kolka bi giştî 15 dibistan û hezar 500 xwendekar hene. Li van dibistanan ji refa yekem heta refa 6’an, bi giştî 100 mamoste waneyan didin xwendekaran.
Waneyên tên dayîn
Bernameya perwerdeyê ji aliyê Saziya Ziman û Perwerde ya Civaka Demokratîk a Êzidiyan ve hatiye amadekirin. Di çarçoveya bernameyê de li dibistanan waneyên kurdî, erebî, îngilîzî, ezdayetî û waneyên din ên zanistî, civakî, dîrokî û erdnîgarî tên dayîn.
Bang li malbatan kirin
Der barê mijarê de endama Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidiyan Celîla Meto û mamoste Dexîl Zêd anî ziman ku bi vegera gel re pêdiviya dibistanan jî zêdetir dibe û niha hejmara şagirtan zêde bûye. Mamosteyan bang li tevahiya welatiyan kir ku zarokên xwe bişînin dibistanan.



