Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK), Ji bo hilbijartina serokomariyê, detayên propaxandeya fermî ya endaman kivş kir. YSK, ji bo endamê girtî yê HDP’yê Selahattîn Demîrtaş bi dîtbarî û bi deng bikaribe di TRT’yê de biaxive biryar da. Ji bo qeyda televizyonê ewê ekîba TRT’yê here girtîgeha Edîrneyê.

