Qeymeqamê Şengalê Mehma Xalil, ragihand ku yekîneyeke ya artêşa DYA’yê li Çiyayê Şengalê bi cih bûne.
Qeymeqamê Şengalê Mehma Xalil got: “Duh Yekîneyeke girêdayî artêşa DYA’yê çûn sînorê Çiyayê Şengalê. Ev hêz li Çil Mêran û Çiyayê Şengalê bi cih bûn. Hêza mijara gotinê ji bo aramiya siyasî ya li herêmê bi cih bûne.
Mehma Xelîl anî ziman ku yekîneyên DYA’yê wê demeke dirêj li Çiyayê Şengalê bimînin û got: “Mayîna hêzê ya li herêmê wê bibe sedemê ku Şengaliyên koçber bûne vegerin.”

