Xwepêşandanên li Iraqê ku 8’ê tîrmehê dest pê kirin du hefte li pey xwe hiştin. Ev yek weke destpêka pêvajoyeke nû ya li Iraqê tê nirxandin. Beriya bi çend salan li herêmên sunî xwepêşandanên bi heman rengî derketibûn. Çalakiyên gel her ku diçe li Iraqê belav dibin
Xwepêşandanên li Iraqê ku 8’ê tîrmehê dest pê kirin du hefte li pey xwe hiştin.Amedekariya ji bo çalakiyên li Diyalayê wê fikrê çêdike ku pêvajo wê bi hêleke din ve biçe.
Li ser fikar û agahiyên ku wê çalekiya çalekgeran li bajaran belav bibe heye . Agahî hat ku li gel xwe amade dike ku li Diyalayê jî derkeve kuçe û kolanan. Midûriyeta Emniyetê ya Diyalayê piştrast kir ku gel ji bo ku derkeve kolanan ji saziyên têkildar destûrê dixwaze. Midûrê Polîsan ê Diyalayê Feysel Ebadî got xwepêşandaran gelek serlêdan li wan kirine lê bersiva neyînî dane hemûyan. Agahî hene ku xwepêşandanên li Diyalayê wê bi girtina deriyê sînorê ku li Îranê vedibe dest pê bike. Ji ber vê rewşê jî pirseke wiha tê hişê mirov ku xwepêşandandêran Îran ji xwe re kiriye hedef. Ji ber ku beriya bi çend rojan Wezîrê Enerjiyê yê Iraqê gotibû ku li deverên ku xwepêşandan lê hene sedem birîna elektrîkê ya bi destê Îranê ye.
Hêzên ewlekariyê yên Iraqê destûra fermî nedan ku li Diyalayê xwepêşandan dest pê bikin. Her wiha ji bo xwepêşandan li Diyalayê neyên kirin, li bajar û navçeyan bi cih bûn. Li Diyalayê xwepêşandanên bê destûr hatine qedexekirin û hate ragihandin ku kesên derkevin kolanan wê ji aliyê polîsan ve bên destgîrkirin. Tevî vê yekê jî tê gotin ku gel bi biryar e.
Neteweyên Yekbûyî bang kir
Piştî ku xwepêşandan kete hefteya duyemîn, Nûnerê Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) Jan Kûbîs duh bang kir ku divê bi lezgînî hikumeta nû ava bibe. Kûbîs diyar kir ku divê hikûmet xwepêşandêran biparêze û hikûmeta nû bi lez û bez bê avakirin. Rayedarê Neteweyên Yekbûyî li ser kuştina xwepêşandêran fikarên xwe anîn ziman û diyar kir ku divê hêzên ewlekariyê serî li şîdetê nedin.
DYA ya ku xwe ji bo destwerdana li Îranê amade dike, di demeke ku li Iraqê xwepêşandan tê kirin leşker şandin herêmê. Vê yekê rê li ber pirsa ‘Li Iraqê jî dor li Îranê tê girtin’ anî bîra mirovan. Di vê sewqiyata DYA’yê ya li Rojhilata Navîn de, balafira F-35B dê yekemcar ji aliyê welatekî ve di şer de bê bikaranîn. Vê yekê jî bi xwe re rê li ber şîroveyên nû vekir. Hin derdor dibêjin, pêwendiya vê liv û tevgera DYA’yê bi xwepêşandanê li Iraqê heye. Tê gotin ku DYA bi rêya van xwepêşandanan dixwaze bandora Îranê ya li Iraqê kêmtir bike û ji bo destwerdanê amadekariyan bike.
Zehmet e ku mirov niha bêje ev nirxandin çiqasî raste ya jî ne rast e. Ev yek weke destpêka pêvajoyeke nû ya li Iraqê tê nirxandin.

