Parêzvanê Mafên Mirovan ê Rojhilatê Kurdistanê Îqbal Muradî li Pencwênê hate qetilkirin. Li ser bedena Muradî şopên 3 guleyan hebûn û bi îşkenceyê hatiye qetilkirin. Cenazeyê Muradî îro li goristana Pencwênê hate definkirin.
Parêzvanê Mafên Mirovan ê Rojhilatê Kurdistanê û her wiha bavê girtiyê siyasî yê ku cezayê darvekirinê wergirtiye Zanyar Muradî duh li Pêncwên ji aliyê hinek kesên nenas ve hate qetilkirin.
Parêzvanê Mafên Mirovan ê Rojhilatê Kurdistanê ku zarokê wî Zanyar Muradî û birazayê wî li Îranê bi cezayê darvekirinê tên darizandin ê bi navê Îqbal Muradî, li ber çemê Hecî Awa yê bajaroka Pêncwênê kuştî hate dîtin.
Li gorî agahiyên ji Pencwênê, Îqbal di 17’ê tîrmeh saet derdora 09.00’an de ji bo karekî ji malê derdikeve. Demek piştre jî agahî ji Muradî nayê wergirtin. Li ser vê yekê malbat dest bi lêgerînê dike. Di saetên dereng de jî cenazeyê Murad li ber çemê Hecî Awa yê Pêncwênê ku dikeve ser parêzgeha Silêmaniyê û her wiha nêzî sînorê Îranê ye, hate dîtin.
Di bedena wî de şopên 3 guleyan
Hat destnîşankirin ku şopên 3 guleyan li ser bedena Muradî hebûn û hatiye îşkencekirin. Cenazeyê Muradî ji bo lêkolînê li morga nexweşxaneya Silêmaniyê ye. Di sala 2016’an de du welatparêzên ji rojhilatê Kurdistanê yên bi navên Kemal Şêxzade û Sedîq Salyawayî li sînorê Pêncwênê hatibûn qetilkirin.
Cenaze hate definkirin
Hat zanîn ku cenazeyê Muradî dê îro saet di 10:30’an de piştî karê otopsiyê, şandin Pencwênê. Tabûta Muradî bi alên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên wî hatibû pêçan. Cenazeyê Muradî piştî karûbarên olî yên li mizgefta Dar Elselam a Pencwênê, li goristana Pêncwênê li rex gora Kemal Şêx Sade hate definkirin.
Îqbal Muradî kî ye?
Îqbal Muradî parêzvanê mafên mirovan e û temenê xwe bi têkoşînê derbas kir. Muradî weke pêşmergeyekî tev li şoreşa gelên Îranê bû. Piştî Komara Îslamî ya Îranê dest danî ser şoreşa gelên Îranê, di sala 1972’yan de hate binçavkirin û 2 sal di Girtîgeha Merîwan a Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ma.
Ji ber gefan neçarî koçberiyê bû
Muradî piştî ku ji girtîgehê derket, xebatên xwe berdewam kirin. Hêzên Îtlaata rejîma Îranê timî gef li Muradî dixwarin. Ji ber vê yekê neçar ma û di sala 2005’an de tevî malbata xwe ji rojhilatê Kurdistanê derbasî Pencwên a başûrê Kurdistanê bû. Di sala 2010’an de jî bi awayekî fermî dest ji endamtiya Komeleya Şoreşgeranî Zehmetkêşên Kurdistanê ya Îranê berda û weke welatparêz û aligirekî Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) xebat û têkoşîna xwe berdewam kir.
Zarokên wî bi cezayê darvekirinê tên girtin
Îqbal Muradî endamê desteya rêveber a Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê bû û timî li dijî dagirkeriyên li ser Kurdistan û gelê kurd têdikoşiya. Di sala 2008’an de rastî êrîşê hat û bi 7 guleyan birîndar bû. Muradî bavê girtiyên siyasî yên kurd Zanyar û Luqman Muradî ye ku di sala 2009’an de ji hêla şaxa Merîwan a Wezareta Îtlaata Îranê ve hatibûn girtin û cezayê bidarvekirinê li wan hatiye birîn.
Tevî gefan dev ji têkoşînê berneda
Piştî ku Zanyar û Luqman hatin girtin, bav Muradî gelek caran rastî gefên ‘ger tu dest ji xebatên xwe bernedî dê kurên te bên bidarvekirin’hat. Lê tevî vê jî Muradî dev ji xebatên xwe berneda.
Du welatparêz hatibûn qetilkirin
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di sala 2016’an de jî li Pencwênê welatparêzên kurd ên rojhilatî Kemal Şêx Sade (Kemal Pêncwênî) û Sidîq Salawayî ji hêla komeke çekdar ve hatibûn revandin û qetilkirin.

