Dorpêça ji aliyê asayîşa PDK’ê ve piştî bûyera li restoranta Hoqqabaz a li bajarê Hewlêr ku tê de endamê MÎT’ê Osman Kose hat kuştin li ser Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê hatibû sepandin ev meheke didome
Ambargoya PDK’ê ya li ser Wargeha Penaberan a Mexmûr hatibû danîn, meha xwe tije kir. Tevî hemû hewldanên Komîteya Karê Derve ya Mexmûrê heta niha tu encamek ji bo bidawîkirina ambargoyê pêk nehatiye.
Piştî bûyera 17’ê tîrmehê ya li restoranta Hoqqabaz a Hewelêr a Mexmûrê hatibû girtin. Mehek derbas dibe ku kampeke penaberan ji aliyê PDK’ê ve ambargoyeke ya ketin û derketinê li ser hatiye danîn.
Têkildarî mijar û serdanên heyeta Meclisa Gel û Komîteya Têkiliyên Karên Derve ya Mexmûrê Endamê Dîplomasiya Karê Derve ya Mexmûr Bêwar Unver agahî da. Unver bal kişand bi giraniya rewşê û destnîşan kir ku ji bo pewywendiyan heyetek ji 10 rûspiyên wargehê pêk tê avakirine. Unver da zanîn ku serdana Qeymeqamê navçeya Mexmûr Rizgar Mihemed û bi asayîşa PDK’ê ya li ser Mexmûrê re hevdîtin kirin. Unver destnîşan kir ku di hevdîtinê de li ser nêzîkatiyên nexweş û mafê mirovî yên li bendên kontrolê tên kirin axivîne. Unver got ku ev kiryar li dijî hiqûq û rêgezên mafê mirovî ne.
Ya tê kirin ne hiqûqî ye
Hêjayî bibîrxistinê ye ji ber girtina rê di nava hefteyekê de pitikên du dayikên bi navê Fatma Kara û Zeyneb Ehmed ên nehatî dinê jiyana xwe ji dest dane. Dîsa nexweşeke apantîzê ku li ser giranbûna rewşê û xeteriya mirinê nû rê dan. Her wiha dema ku dayika ducanî Zeyneb Ehmed ji bo nexweşxaneyê hate şandin, heta hêzên asayîşê doxtorê ne anî li ser rewşa dayikê binerin rê nedan ku derbasî nexweşxaneyê bibin.



