Berdevka Karên hundir a Partiya Çep Ûlla Jelpke got divê hikûmeta alman bi awayekî fermî bi rayedarên bakurê Sûriyeyê re hevdîtinan bike û 33 hemwelatiyên Almanyayê yên ku endamên DAIŞ’ê ne, bîne. Jelpke bêdengiya hikûmetê rexne kir û da zanîn ku divê hikûmet bi berpirsyarî tevbigere.
Şervanên YPG, YPJ û HSD’ê di pêvajoya Şoreşa Rojava de bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê dîlgirtin. Gelemperiya van çeteyan jî ji welatên biyanî ne. Almanya, Kanada, Rûsya, Tirkiye, Çîn û hwd. tenê çend ji van dewletan in. Lê tevî hemû bangawaziyên rayedarên bakurê Sûriyeyê jî ev dewlet hemwelatiyên xwe wernagirin. Bi taybet jî di demên dawî de bangên rayedarên bakurê Sûriyeyê ya ji bo radestkirina van çeteyan zêde bûn.
Têkildarî mijarê berdevka Karên Hundir a Partiya Çep Ûlla Jelpke pirsên ANF’ê bersivandin û bang li hikûmeta federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel kir. Jelpke anî ziman ku ji bo darizandina endamên DAIŞ’ê yên welatiyên alman, divê Almanya bi berpirsyarî tevbigere. Jelpke diyar kir ku kesên navborî ji Almanyayê tev li DAIŞ’ê bûne û wiha domand: “Lewma jî berpirsyarî li ser milê Almanyayê ye. Ji ber ku li bakurê Sûriyeyê hîn şer heye û derfeta darizandina wan nîne.”
Hikûmeta alman rexne kir
Di berdewamê de jî parlamentera alman got ev kesên ku sûcê şer kirine û di destê YPG’ê de ne, pirsgirêkeke cidî ye û wiha derbirî: “Almanya ku di heman demê de endamê Koalîsyona li Dijî DAIŞ’ê ye, divê vê pirgirêkê ji nedîtî ve neyê. Em bang li hikûmeta federal dixwazin ku bi hêzên kurd re bi rengekî fermî têkiliyê deynin û endamên DAIŞ’ê yên alman bînin Almanyayê. Bêdengiya hikûmetê ya heta niha, cihê şermê ye.”
Jelpke da zanîn ku heta niha 33 hemwelatiyên Almanyayê yên DAIŞ’î di destê hêzên YPG/YPJ’ê de ne. Ji van kesan jî 8 jê mêr, 10 jê jin û 15 jî zarok in.

