Yaresanan dest bi pîrozkirina Cejna Hinaran kir. Cejn dê 3 rojan bidome. Li nav yaresanan ji Cejna Hinaran re Ayîna Yarî tê gotin û Ayîna Yarî tê wateya ayîna xwişk û biratiyê. Yarî xwişk û biratî û ayîn jî merasîm e.
Ji bo yaresanan payîz tê wateya Cejna Hinaran. Yaresan di nav salê de berên ku siruştê berhev dikin di Cejna Hinaran de di ayînê de pêşkêş dikin.
Cejna Hinaran ku yaresan her sal ber bi dawiya cotmehê ve pîroz dikin dê 3 rojan bidome. Ev Cejna Hinaran a yaresanan mîna ayîneke dînî dest pê dike û wiha tê pîrozkirin. Li nav Yaresanan ji Cejna Hinaran re Ayînê Yarî tê gotin û Ayînî Yarî tê wateya ayîna xwişk û biratiyê. Yarî xwişk û biratî û ayîn jî merasîm e.
Cejna Hinaran bi navê Xawenkar tê kirin. Yek ji pîrê baweriya kakayiyan Siltan Îshaq li şikefta Mîreno yê çiyayê Şinewê yê Helepçeyê têne asêkirin, piştî bi 3 rojan xilas dibin. Piştî ku xilas dibin dibin mêvanê jineke pîr. Jina xwediya malê hejar e û tiştek wê tune ye. Tenê dîkek wê heye û wî dikî jî ji bo Siltan Îshaq û hevalên wî çêdike. Ev bûyer li gorî gotinan 700 sal berê hatiye jiyîn. Ji wê rojê ve di cejna Xawenkar de ji goştê dîk xwarin tê çêkirin, li gel wê birinc jî. Ji ber ku Siltan Îshaq û hevalên wî ji dorpêçê xilas dibin Cejna Xawenkar bi rengê cejna rizgariyê tê pîrozkirin. Wekî mîrateyek ji Siltan Îshaq û hevalên wî mayî tê qebûlkirin.
Xwarina Cejnî Pîr çêdikin
Di Cejna Xawenkar de Yarî ango Pîrên Yaresanan dikevin nav gel, bi diayên xwe reng didin cejnê û 3 rojên cejnê tim li nav gel dimînin. Pîrozbahiya cejnê bi çêkirina xwarinê dest pê dike û li gorî baweriyê pîr xwarinê hazir dikin. Piştî ku xwarin tê amdekirin gel jî berê ku siruştê dawiya salê daye wan, hinaran li gel xwe tînin û li ser sifrê datînin. Bi vî rengî cejn dest pê dike.
Piştî xwarin û hinaran kurdên bi baweriya yaresan, kakaî û feylî pirtûka pîroz ya bi Hewramî Serencamê tînin û diayan dixwînin. Vê navbeynê bi axaftinên pîran zikr dest pê dikin.
Tembûr û cem
Piştî xwarinê û xwendina Serencamê komên tembûrê tên û li tembûrê didin. Zêmarên li ser Siltan Îshaq û Pîrên Yarasanan tên gotin, stran û qesîde tên xwendin. Jin û zarok semahê dikin û li dora tirba Silhat Îshaq digerin. Tevahiya rojê wiha didome.
Cejna Xawenkar li ser gora Baba Yadgar ya li gundê Zerdê ya Dalahoyê, ku Baba Yadgar yek ji pîrê yaresan e, tê pîrozkirin. Sê rojan bi ayînên cur bi cur cejn didome. Xwen tê wateya xwedî û Xawenkar tê wateya xwedîderketinê.
Bi hezaran kes ên ji baweriya yaresan, kakaî û feylî di cejna Xawenkar de diçin ser tirba Siltan Îshaq. Ayîn bi şev û roj, bi lêxistina tembûrê, bi semahê didome.

