Endama Rêveberiya Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya li ser Jinê Mûna Abd El Selam diyar kir ku li dijî destdirêjiya li ser jin û zarokan divê têkoşîn û xebateke hevpar bê kirin û destnîşan kir ku destdirêjiya li hemberî jin û zarokan destdirêjiya li civakê ye jî.
Endama Rêveberiya Rêxistina Sara ya Li Dijî Tundiya li Jinê Muna Abd Selam der barê destdirêjiya li jinan û bandora wê ya derûnî ya li ser civakê de axivî.
Selam diyar kir ku mijara destdirêjiya li hemberî jinan û zarokan mijareke civakî ye û wiha got: “Divê em vê mijarê bi awayekî cidî bigirin dest. Ji ber ku tê zanîn jin bingeha civakê ye. Lewma jî erka li ser milê civakê ew e ku jinê biparêze. Destdirêjiya li dijî jin û civakê divê bi awayekî berfireh mirov li ser bixebite da ku bi dawî bibe.”
Di axaftina xwe de Selam da zanîn destdirêjiya derûniya jin, zarok û civakê jî ne baş dibe û wiha domand: “Malbat gelek caran ji ber destdirêjiyê newêrin zarokên xwe tenê bişînin derekê. Di vê mijarê de divê mamosteyên dibistanan jî alîkariyê bide zarok û malbatan. Em weke rêxistina Sara vê xalê berçav girt û me hewil da ku em nêzîkatiyek rihet bi zarokan re bidin avakirin. Me weke gotûbêjekê li dar xist, ji bo ku malbat zarokên xwe netirsînin. Ji ber ku ev bûyer bi avakirina tirsê nayê çareserkirin, bi zanbûna fikrî dikare were çareserkirin. Dema ku pirsgirêkek derket divê zarok bikaribe bi dayika xwe re parve bike û alikariyê jê bixwaze.”
‘Destdirêjî li dijî civakê ye’
Her wiha Selam diyar kir ku ji bo destdirêjiya li dijî jinan bi dawî bibe divê bi taybetî jin xwe birêxistin bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema ku di destpêkê de jin xwe birêxistin bikin dê ev yek ji bo civakê jî bibe mînakek berbiçav. Bi rêxistinbûyînê û bi piştevaniyek xurt pirsgirêk dikarin çareser bibin. Li dijî destdirêjiya li ser jinê divê têkoşîn û xebatek hevpar bê kirin. Divê di vî warî de hemû civak bên hişyarkirin û perwerdekirin. Destdirêjiya li dijî jin û zarokan destdirêjiya li dijî civakê ye. Mijara destdirêjiya li ser jinê û zarokan mijareke civakî ye û divê ku em vê mijarê bi awayekî cidî bigirin dest.”

