Ji ber krîza aborî ya li Tirkiyeyê heta niha bi hezaran şîrketan îflas kiriye. Her wiha bi hezaran şîrketan jî serî li konkordatoyê da. Niha jî tevî şîrketan, welatî jî serî li konkordatoyên şexsî didin. Hat zanîn ku di demên dawî de zêdetirî hezar şîrketan konkordato îlan kir. Ji rewşa heyî jî herî zêde karker bi bandor dibin û ji kar tên avêtin.
Krîza aborî ya li Tirkiyeyê her ku diçe kûrtir dibe. Ji ber krîzê heta niha gelek şîrketan îflas kir û bi dehhezaran karker bêkar man. Deynên bi hezaran şîrketan hene. Ji ber vê gelek şîrket konkordato îlan kir. Herî dawî jî li Bursayê şîrketa pêlavan ŞATO û Şîrketa Anonîm a Otelvanî û Turîzmê ya Alkoçlarê konkordato îlan kir.
Her wiha di nav şîrketên ku konkordatoyê îlan dikin de, herî zêde yên înşeatê hene. Heta niha ji şîrketên konkordato îlan kir ji sedî 70 jî şîrketên înşeatê ne. Yek ji van şîrketên mezin jî ku navenda wê li Enqereyê ye, Şîrketa Anonîm a Înşeatê û Bazirganiyê ya Paletê ye. Her wiha ji van şîrketan Koma Ozler, Nafîa Înşeat, Ceylan Înşeat, Hasogûllari Harfyat û gelekên din jî konkordato îlan kir.
Welatiyan jî serî li konkordatoyê da
Vê rewşa heyî jî bandorekî neyînî li şîrketên li Borsaya Stenbolê jî kir. Şîrketên enerjiyê, saziyên tenduristiyê, şîrketên sewalvanî, paqijî û xizmetê jî serî li konkordatoyê dan. Her wiha welatiyan jî ji bo konkordatoyê serî li dadgehê da. Welatiyên ku di warê aborî de tengijîn, konkordatoya şexsî îlan kir. Di serî de welatiyên li Mêrsîn û Kûşadasiyê konkordatoya şexsî îlan kir. Herî zêde jî karkerên ku nikarin heqê xwe bistînin serî li konkordatoyê didin.
Armanc paşvexistina îflasê ye
Der barê mijarê de parêzer Mûrat Ozverî îlankirina konkordatoyê nirxand û ev tişt destnîşan kir: “Ji bo şîrketên ku nikarin deynê xwe bidin û ji bo ji taqîbata îcrayê xelas bibin û dema wan hebe, biryara girtina îflasê hate qedexekirin. Lê belê ev şîrketên ku nikarin deynê xwe bidin vê carê jî serî li saziya konkordatoyê didin. A rast konkordato ew e ku şîrketên deyndar û xwediyên deyn li hev bikin û deyn sererast bikin. Deyndar, herî kêm nîviyê deynê xwe dide û yê mayî jî taloq dike. Lê belê ferqa vê peymanê û ya taloqkirina deynan cuda ye. Di konkordatoyê de dadgeh dikeve dewrê û dema konkordato bê qebûlkirin ji bo deynan wextek tê diyarkirin û îcra radiweste.”
Ozverî destnîşan kir ku dema ku şîrket konkordatoyê îlan bike, ev yek mafê feshkirina mafdariyê nade karkeran. Ozverî got ku ji îlankirina konkordatoyê herî zêde karker mexdûr dibin.

