Endamê Dîwana Hevseroktiya KCD’ê Hilmî Aydogdu ku li Amedê hatibû binçavkirin, li ser êşa singê rakirin nexweşxane û ji bo ku li nexweşxanê krîza dil lêxist kirin bin kontrola lezgîn.
Endamê Dîwana Hevseroktiya Kongreya Civaka Demokratîk Hilmî Aydogdu ku li Amedê hatibû binçavkirin, ji ber nexweşiya singê rakirin nexweşxanê.
Aydogdu yê ku rakirin nexweşxane diyar bû ku krîza dil lêxistiye û ew kirine bin kontrola lezgîn. Aydogdu ku berya niha jî emeliyata anjiyo bûbû, li unîteya lênerîna lezgîn dimîne.
Têkilî rewşa tendurstiyê ya Aydogu doktoran hê ti agahî nedane.

