Kesên ku di Komkujiya 10’ê Cotmeha 2015’an de li ber gara Enqereyê jiyana xwe ji dest da hatin bibîranîn. Polîsan derdora garê dorpêç kir û hemû rêyan girt.
Polîsan gaza îsotê reşandin. Parlamenterên HDP û CHP’ê ketin navberê û rageşî bi dawî bû. Piştî vê rageşiyê hemû kesî berdan qadê. Di axaftinên bîranînê de hat diyarkirin ku heta hemû berpirsên komkujiyê bên darizandin dê têkoşîna wan bidome û gotin ku dê tu carî qurbaniyan ji bîr nekin.
Piştî daxuyaniyê xizmên qurbaniyan qurnefilan danîn ber peykerê ji karton çêkiribûn.
Li gelek bajaran bîranîn
Her wiha qurbaniyên Komkujiya Enqereyê li gelek bajarên wek Stenbol, Îzmîr, Edene, Hatay û Riha hatin bibîranîn. Di bîranînan de soz li qurbaniyan hat dayîn ku heta berpirsên komkujiyê derkevin holê û edalet pêk bê dê têkoşîna xwe bidomînin.
Ji aliyê din ve polîsan li Wanê êrîşî girseya ku komkujiyê şermezar dikirin, kirin û 11 kesan binçav kirin.

