Îran ku di nav qeyraneke giran a aboriyê de ye, giraniyê dide ser qada biçekbûnê. Rêveberiya Tehranê balafira xwe ya şer a bi navê ‘Kevser’ ku malê Îranê ye da naskirin û peyam da Tirkiyeyê. Tê payîn ku piştî gefên DYA’yê Îranê dest bi xwe biçêkkirinê kiriye.
Îran ku di nav qeyraneke giran a aboriyê de ye, giraniyê dide ser qada biçekbûnê. Rêveberiya Tehranê balafira xwe ya şer a bi navê ‘Kevser’ ku malê Îranê ye da naskirin û peyam da Tirkiyeyê.
Li gorî ajansa nûçeyan a Tasnîmê, balafira Kevser a Îranê, dikare çekên cuda hilgire. Hate gotin, balafir wê ji bo destekkirina operasyonên demkî bên bikaranîn. Di demekê de ku di navbera Îranê û DYA, Erebîstana Siûdî û gelek welatên herêmê de alozî hene, Îranê balafira xwe ya nû ya şer da nasîn.
Televîzyonên Îranê merasîma danasîna balafirê bi rengekî zindî weşand. Li gorî Reutersê, Serokkomar Hesen Rûhanî jî tev li merasîmê bû. Wezîrê Parastinê Amîr Hatemî diyar kir ku balafir di çarçoveya stratejiya pêşîgirtina aktîf de hatiye çêkirin û îdia kir ku Îranê tu carî êrîşî welatekî din nekiriye.
Bandor û hêza balafirê
Sala 2013’an serokkomarê wê wextê Mahmûd Ahmedînecad balafira şer a bi navê “Kahîr-313” weke “yek ji balafirên herî pêşketî yên cîhanê” dabû naskirin. Piştre hatibû fêhmkirin ku balafir maketek e û ji aliyê endezyarên Îranê ve hatiye çêkirin.
Wezareta Parastinê di adara 2017’an de qala Kahîr-313’an kir û bêyî hûrgiliyan aşkera bike, diyar kiribû ku balafir ji testê re amade ye. Rayedarên îranî piştî mehekê dîmenên versiyoneke nû ya vê balafirê weşand.
Wezîrê Parastinê yê Îranê, balafira nû ya bi navê “Kevser” weke bersiva li gefên DYA, Îsraîl û Erebîstana Siûdî pêşkêş kir. Hêzên hewayî yên Îranê bi giranî ji balafirên Çîn û Rûs pêk tên. Li ser bandora balafira Îranê guman hene. Pisporên îsraîlî beriya merasîma fermî ya danasînê ji bo Kevser gotibûn, “Modeleke xweşik a ji plastîkê ye”.
Hatibû îdiakirin ku HESA Azarahş û HESA yên ku weke yên Îranê hatibûn nîşandan, kopya makyajkirî ya balafirên amerîkî ye.
Peyama ji bo Tirkiyeyê!
Serokkomar Hesen Rûhanî di civîna danasîna Kevserê de got, “Armanca me ew e ku di pîşesaziya parastinê de bi maliyeteke kêm çebikin, xurt hilberînin. Rûhanî peyam da Tirkiyeyê jî û îdia kir ku Tirkiye û Îran ku ‘dostên hev in’ dikarin li qada pîşesaziya parastinê hevkariyê bikin û balafira şer hilberînin.
Qeyrana aboriyê
Îran û Tirkiye di nav qeyraneke giran a aboriyê de ne. Îran demeke dirêj ji ber ambargoyê û pirsgirêkên navxweyî di nav qeyraneke cidî de ye. Li gelemperiya welêt, ji ber rêveberiya nebaş pirsgirêkên bêkarî, bêedaletî, ceyran, ziwatî û pirsgirêka avê heye. Li gelek bajaran li dijî van pirsgirêkan çalakiyên protestoyî tên lidarxistin.
Aloziya bi DYA’yê re
Rêveberiya DYA’yê meha adarê xwe ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vekişand. Serokê DYA’yê Donald Trump beşa destpêkê ya sepanên li ser Îranê 6’ê tebaxê bi cih anî. Washingtonê ji 90 heta 180 rojî dem da ku welatên din têkiliyên xwe yên bi Îranê qut bikin.

