Li Almanyayê bi pêşengiya yek ji kesa navdar a ji eniya muxelefetê ya çepgir Sahra Wagenknecht bi dirûşma ‘Rabe ser pêyan’ starta avakirina tevgerekê hat dayîn. Tevger armanc dike ku kes û derdorên muxalif di nav xwe de bicivîne.
Li Almanyayê li dijî pêla populîst a rastgir ku li dijî neheqiyên sosyal geş dibe bi pêşengiya Seroka Komê ya Partiya Çepgir Sahra Wagenknecht tevgereke nû ya çepgir tê damezirandin. Li Almanyayê bi pêşengiya yek ji kesa navdar a ji eniya muxelefetê ya çepgir Sahra Wagenknecht bi dirûşma “Rabe ser piyan” starta tevgerekê dest pê kir. Tevgera ku ji pergala li Almanyayê ne xweş e û dixwaze xîtabî partiyên din yên derveyî Partiya Çepgir bike bi fermî 4’ê îlonê dê were damezirandin.
Lê Wagenknecht ku di ser qada înternetê de xebata pêşî daye destpêkirin, got ku ew dixwazin hemû beşên civakî yên ji bêdadiyê aciz in bikin yek. Wagenknecht got siyaseta ku Serokwezîr Merkel bi rê ve dibe têk çûye. Armanca Wagenknecht ew e ku Partiya Demokratên Sosyal (SPD) ku bi demokratan re hikûmeta koalîsyonê ava kiriye û xeydokên Partiya Kesk di bin banekî de bicivîne.
Jixwe ji niha ve du navên ji SPD’ê û Keskan gotin ku ew bi sempatî li tevgerê dinihêrin. Antje Vollmer ku ji Partiya Kesk wekîltî kiriye û Marco Bulow ku ji SPD’ê wekîltî kiriye gotin ku meyla wan li ser tevgera ‘Raber ser piyan’ heye.
Gelek çepgir piştgirî dan
Ji bo vê jî ji eniya SPD’ê û Keskan ji niha ve li dijî tevgerê nerehetî dest pê kirin. Lê tevgera nû ku armanc dike li dijî populîzma rastgir ku li Almanya geş bûye, têbikoşe ji roja pêşî ve li tora civakî bi eleqeyeke zêde hate pêşwazîkirin.
Almanên ku ‘’aufstehen.de’ û di hesabên tora civakî de tev li taga #aufstehen bûn, hêviya xwe ya ji tevgerê vegotin.
Armanc tevgereke çepgir e
Hevserê Wagenknecht Oskar Lafontaîne ji rojnameya ‘Welt am Sonntag’ re axivî û wiha got, ‘’Armanca me ne ew e ku em partiyeke nû ava bikin, em dixwazin tevgerekê ava bikin ku rengekî nû bide siyasetê. Em li bendê ne yên ku li hundir zêdetir dada civakî dixwazin û li derve jî siyasta aştiyê dixwazin tev li vê tevgerê bibin.’’

