Malbata Abdullah Ocalan, dan zanîn ku ew bi jiyana Ocalan bi fikar in. Malbatê diyar kir ku ji bo ku ev fikar ji holê rabin divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Her wiha malbatê xwest ku careke din hevdîtinên bi Ocalan re bên destpêkirin.
Tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Ji ber tecrîda girankirî ji 27’ê tîrmeha 2011’an heta niha parêzer nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinan bikin. Herî dawî jî di 11’ê îlona 2016’an birayê Ocalan, Mehmet Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin kiribû.
Ji bo hevdîtina bi Ocalan re parêzerên wî 777 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan lê weke her tim bi hincetên ‘muxalefeta hewayê’ û ‘koster xerabe ye’ hat redkirin. Her wiha ji malbata Ocalan, Mehmet û xwişka wî Fatma Ocalan ji bo hevdîtina bi birayê xwe re cara 87’an serî li serdozgeriyê da lê bi hinceta ‘Qanûna Têkildar a bi hejmara 5275’emîn a Înfaza Tedbîrên Ceza û Ewlehiyê’ hatin redkirin.
‘Em ji jiyana Ocalan bi fikar in’
Têkildarî mijarê Fatma Ocalan anî ziman ku ev 4 sal e bi birayê xwe re nikare hevdîtinê bike. Ocalan da zanîn ku ew nizanin rewşa tenduristiya birayê wê çi ye û wiha domand: “Em ji jiyana wî bi fikar in. Ji bo ev fikar ji holê rabin divê deriyê Îmraliyê bên vekirin. Hemû serlêdanên me tên redkirin.”
Xwest ku hevdîtin careke din dest pê bikin
Di heman mijarê de xwarziya Ocalan, Elîf Ocalan jî daxuyand ku divê hevdîtin ji nû ve bên destpêkirin û wiha got: “Em dixwazin ku careke din hevdîtin bên destpêkirin. Em wek malbat ji tenduristiya Ocalan bi fikar in. Ji bo tecrîd rabe ez bang li hemû mirovan dikim ku bên gel hev.”

