Parêzera Ocalan û parlamentera HDP’ê Ebrû Gunay da zanîn ku hikûmeta AKP’ê bi Rewşa Awarte re pergala tecrîdê ya li Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê xistiye meriyetê û da zanîn ku bi kûrbûna tecrîdê re şer jî kûr dibe û ji bo pêvajoyeke aştiyane divê tecrîd bê rakirin.
Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Serlêdanên parêzer û malbatê yên ji bo hevdîtina bi Ocalan re bi hinceta ‘sînordarkirinên derbarê hikumxwariyan de’ ku di qanûna hejmara 5275 a der barê tedbîrên înfazê yên ceza û ewlehiyê de cih digire, tên redkirin.
Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay ku di heman demê de parêzera Ocalan e têkildarî tecrîda li ser Ocalan axivî. Gunay anî ziman ku dixwazin tecrîdê qanûnî bikin û wiha got: “Gelo piştî rakirina Rewşa Awarte dê qedexeya hevdîtina bi Ocalan re ya bêdem bê rakirin?”
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 5’ê nîsana 2015’an heta niha bênavber didome. Di vê çarçoveyê de mafê hevdîtina bi malbat û parêzerên Ocalan bi awayekê keyfî tê binpêkirin. Têkildarî mijarê ji parêzerên Ocalan û di heman demê de parlamentera HDP’ê Ebrû Gunay axivî û diyar kir ku tecrîd şer kûrtir dike.
Gunay di serî de bi bîr xist ku ji 15’ê sibata 1999’an heta niha li Îmraliyê pergala Rewşa Awarte di meriyetê ye û da zanîn ku piştî helwdana darbeyê ya 15’ê tîrmehê jî ev pergal li tevahiya bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xistine meriyetê.
‘Hemû serlêdan bêencam man’
Di berdewamê de Gunay bi lêv kir ku pergala Îmraliyê bi tena serê xwe rejîmeke Rewşa Awarte ye û ev nirxandin kir: “Bersiva van pêkanînan li bejahiyê tên dîtin. Bi tecrîdê re li bejahiyê şer, komkujî û qedexeyên derketina derve bi pêş dikevin. Di van 4 salên dawî de pêvajoyeke xedar ku tê de komkujî, qedexeyên derketina derve û wêrankirina bajaran jî hebûn, qewimîn. Heta niha bi hincetên weke ‘keştî xirabe ye’ û hwd. hevdîtin hatin qedexekirin. Bi qedandina hevdîtinên bi Îmraliyê re, bi hincetên polîtîk ên cudatir hevdîtin hatin qedexekirin. Bi îlankirina OHAL’ê re jî Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê biryara qedexeya destpêkê da. Li dijî vê yekê hemû hewldanên me bêencam man.”
‘Hikûmetê çareserî nedixwest’
Di dawiyê de jî parêzera Ocalan Ebrû Guney ev agahî parve kirin: “Hevdîtin bi birêz Ocalan re, girêdayî nêzikatiya desthilatdariyê ya li hemberî pirsgirêka kurd û birêz Ocalan e. Di dema hevdîtinên şandeyan ên di sala 2015’an de Rewşa Awarte tunebû. Bi ragihandina deklarasyona Newrozên 2013 û 2014’an, pêvajo veguherî tecrîdeke bêdem. Hikûmetê nedixwest pirsgirêkê çarese bike. Jixwe bi Rewşa Awarte re, bi sererastkirinên qanûnî re pergala tecrîda li Îmraliyê asayî kirin. Lê her ku tecrîd kûr dibe, şer jî kûr dibe.”

