Tevgera Azadî ya ku hatibû qedexekirin ew li Başûrê Kurdistanê tevlî hilbijartinan bibe, ew ê serî li Dadgeha Federal a Iraqê bide.
Tevgera Azadî diyar kir ku ji ber gilîkirina rêxistinekê Komîsyona Hilbijartinê ya Serbixwe ya Bilind a Kurdistanê bêyî ku agahiyê bide wan, biryara astengkirinê daye.
Tevgera Azadî diyar kir ku ev biryar ne zagonî ye û nerazîbûnî nîşanî biryara komîsyonê da.
Tevgera Azadî diyar kir ku wekî partiyên din ên ku ew ê tevlî hilbijartinê bibin, wan jî serî lê dane.

