Dr. Fayiq Gulpî da zanîn dema ku DAIŞ’ê êrîşî Başûr kir, PKK’ê gelê Başûr parast. Gulpî gotinên Nêçîrvan Barzanî yên weke ‘dagirker’ ên ji bo PKK’ê dilê gelê kurd êşandiye û bang li Barzanî kir ku ji gelê kurd lêborînê bixwaze.
Bertekên li dijî gotinên Nêçîrvan Barzanî her ku diçe zêdetir dibin. Têkildarî mijarê siyasetmedarê kurd Dr. Fayiq Gulpî anî ziman ku ger ne ji PKK’ê bûya, dê Kerkûk, Şengal, Behdînan, Mexmûr tev ji dest biçûna.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe ya nirxandina hefteyê de îdia kiribû ku gerîlayên PKK’ê yên li başûrê Kurdistanê ‘dagirker’ in. Li ser vê gotina Barzanî ji derdorên cuda bertekên tund hatin nîşan dan. Der barê mijarê de siyasetmedar Fayiq Gulpî axivî û gotinên Nêçîrvan Barzanî bi bîr xist. Gulpî got ku tewanbarkirina hêzeke kurd li ser axa Kurdistanê, mantiqî nîne. Gulpî anî ziman ku PKK partiyeke kurdistanî ye û ji zarokên 4 parçeyên Kurdistanê pêk tê.
‘Dema ku êrîş pêk hat PKK’ê Başûr parast’
Di berdewamê de jî Gulpî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî başûrê Kurdistanê bi bîr xist û ev nirxandin kir: “PKK ji bo çar parçeyên Kurdistanê dixebite. Ger ne ji PKK’ê bûya, dê çeteyên DAIŞ’ê Hewlêr, Şengal, Mexmûr û heta Behdînanê jî ji destê herêma Kurdistanê derxistiba û dagir kiriba. Di dema şerê DAIŞ’ê de PKK sînorê herêma Kurdistanê parast, di eniya herî pêş de cih girt û şehîd dan. Hatina wan li ser daxwaza PDK û YNK’ê bû. Lê ya rastî ger ev hêz nexwestibûna jî dê PKK bajar û bajarokên herêma Kurdistanê biparastina.”
Divê lêborînê bixwaze
Gulpî xwest ku Nêçîrvan Barzanî lêborînê ji raya giştî ya kurd bixwaze û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tu fêdeyeke daxuyaniyên wiha yên Nêçîrvan Barzanî ji bo wî, PKK’ê û gelê kurd nînin. Ev tenê dijminên gelê kurd kêfxweş dike. Ev daxuyaniyên Barzanî dilê gelê kurd êşand. Ji ber vê divê Barzanî lêborînê ji gelê kurd û PKK’ê bixwaze.”

