Bi armanca dîtina kujerên serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û lêpirsîneke bi leztir, Baroya Amedê di hefteya 132’yemîn de çalakî pêk anî. Baroyê xwest ku bi awayekî zûtir kujer bên dîtin û darizandin.
Baroya Amedê bi mebesta dîtina kujerên Tahîr Elçî ku li Sûra Amedê hatibû qetilkirin û dosyeya lêpirsîna bûyerê bi lez û bandor bê birêvebirin, di hefteya 132’yemîn de li ber Edliyeya Amedê çalakiya xwe domand.
Gelek parêzer amade tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta ‘Em te ji bîr nakin’ hate vekirin. Destpêkê li ser navê komê sektereterê giştî yê Baroya Amedê Mahsum Bati axivî. Bati da zanîn ku ev 132 hefte ye ji bo Tahîr Elçî edaletê dixwazin. Bati sersariya rayedar û saziyên dewletê rexne kirin û xwest ku demildest kujer bên dîtin û lêpirsînek bi lez bê destpêkirin.
Di berdewamê de jî Bati anî ziman ku heta kujer tên dîtin û bûyer ronî dibe dê çalakiya xwe bidomînin. Piştî daxuyaniyê jî parêzeran çalakiya rûniştinê pêk anî.
Tahîr Elçî kî ye?
Tahîr Elçî di sala 1966’an de li Cizîr a Şirnexê ji dayik bû. Dibistanên seretayî, navîn û lîse li Cizîrê bi dawî kir. Di sala 1991’an de jî ji Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn bû. Elçî ji sala 1992’yan ve li Amedê parêzeriya serbest kir. Piştre jî di salên di navbera 1998-2006’an de jî rêveberiya Baroya Amedê kir. Her wiha tevî serokatiya Baroya Amedê, di heman demê de endamtiya Lijneya Şêwirmendiyê ya Navenda Mafên Mirovan a Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê kir û peywirdar bû.
Tev li gelek konferansan bû
Tahîr Elçî bi Turkan Elçî re zewicîbû û du zarokên wan hene. Di heman demê de Tahîr Elçî di gelek civîn û konferansên neteweyî û navneteweyî yên di bin sîwana Akademiya Hiqûqa Ewropayê (ERA) ya Almanyayê weke mêvan tev li bû. Di heman demê de Elçî yek ji endamên damezirîner a Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) bû û di damezirandina gelek rêxistinên civakî û di xebatên wan de jî cih girt.
Gelê xwe bi tenê nehişt
Endamê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û ji damezirînerên TÎHV’ê parêzer Tahîr Elçî, di heman demê di salên 90’î de parêzeriya gelek dosyayên înfazên bêdaraz, cînayetên kiryarnediyar û şewitandina gundan kir. Di van mijaran de li Amed û herêmê xebatên xwe dimeşandin. Doza Liceyê – Doza Temîzoz-Bombebarankirina gundên Kuşkonar û Koçagli û Komkujiya Roboskê jî di nav de, Elçî parêzeriya mafan û gelek dozên din kir.
Di CNN Turk’ê de hedef hat nîşandan
Tahîr Elçî di 15’ê cotmeha 2015’an de, di bernameya ‘Tarafsiz Bolge’ ya CNN Turk’ê de ku Ahmet Hakan pêşkeşvaniya wê dikir li ser pirsa Hakan gotibû ku ‘PKK rêxistineke terorê nîne’. Li ser vê gotinê jî RTÛK’ê 700 hezar TL cezayê pere ji kanalê re birîbû. Di heman demê de Tahîr Elçî jî di 20’ê cotmehê de li Amedê hatibû binçavkirin. Piştre jî Elçî derbasî Stenbolê hatibû kirin û bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Der barê Elçî de bi îdiaya ‘propagandaya rêxistina terorê’, 7 sal û 5 meh cezayê girtîgehê dihat xwestin. Her wiha cezayê derketina derveyî welat jî lê hatibû birîn.
Li ber Mînareya Çarling hate qetilkirin
Di sala 2015’an de jî li ser rûxandina Mînareya Çarling a li Sûra Amedê, Tahîr Elçî tevî gelek parêzer û welatiyan daxuyaniyek da. Bi dawîbûna daxuyaniyê re jî Elçî rastî êrîşa çekdarî hat. Di 28’ê mijdara 2015’an de li ber Minareya Çarling hate qetilkirin.

