Çalakiyên gelê Îranê ya li hemberî hikûmetê ku weke ‘Krîza Avê’ tê zanîn, her ku diçe mezin dibe. Çalakî niha li gelek bajaran belav bûne û li hemberî çalakiyan jî hêzên ewlehiyê êrîşî gel dikin. Hat zanîn ku di çalakiyan de gelek sivîl hatine kuştin.
Li Îranê ji ber pirsgirêka ava vexwarinê û krîza aboriyê çalakiyên şermezarkirinê li seranserê Îranê berbelav dibin. Gel bi hinceta ku Îran ava vexwarinê dide Kuweyt û Iraqê bi bertek in. Li bajarê Ahvaz, Abda, Manşehr, Karûn û Hormûsayê gelek ciwan daketin qadan û her wiha gelên Hurremşehrê piştgirî da çalakiyan. Hêzên dewletê êrîşî çalakiyan dikin û tê gotin ku hinek sivîl hatine kuştin.
Hurremşehr û Abdan girêdayî eyaleta Huzîstanê ne. Di şerê 1980-88 yê di navbera Iraq-Îranê de ev eyalet hatibû rûxandin. Di çalakiyên ciwanan de dirûşmên; ‘Jiyana min ji bo çem e’ , ‘Gelê Hurremşehr bê av e’, ‘Ji Hamaney re mirin’, ‘Netirsin, em bi hev re ne’ tên berzkirin. Serokê Parastina Sivîl ya Îranê Gulamriza Celalî daxuyaniyeke sosret da û îdia kir ku Îsraîl ewrên li ser Îranê dixesîne.
Li Hormûsayê tevî hemû zextên polîsan ji bo Hurremheşr çalakî hate lidarxistin. Li navçeya Selîş a Abdanê şerekî dijwar qewimî. Hêzên dewletê rê girtin û çûn û hatin astengkirin.
Li Hurremşehrê şeva şemiyê çalakî hate lidarxistin û dirûşmên ‘Ji Hamaney re mirin’ , ‘Ji Rûhanî re mirin’ bal kişand. Ciwanan bi dirûşmeya ‘Netirsin, em bi hev re ne’ qîr kirin û nerazîbûn nîşan dan. Li vî bajarî hêzên dewletê bi guleyên plastîk û bombeyên gazê mudaxeleyî çalakiyan kir û gelek kes birîndar bûn. Di çalakiyê de wesayîteke polîsan ya hêzên taybet ji aliyê ciwanan ve hate şewitandin.
Hinek çavkaniyan îdîa kirin ku di çalakiyên tevahî welat de 4 sivîl bi guleyan hatine kuştin. Lê ev agahî hê nehatiye zelal kirin. Tê diyarkirin ku di çalakiyan de bi dehan çalakger hatine destgîrkirin. Hurremşehr û Abdan li eyaleta Huzîstanê ne. Di şerê 1980-88 yê di navbera Îraq-Îranê de ev eyalet hatibû rûxandin. Piraniya şêniyên eyaletê Ereb in. Eyaleta Hûzistanê bi taybetî pirsgirêkên hewaya qirêj û ziwabûnê dijî.

