Koma Tevgera Goran a li Parlamentoya Iraqê da xuyakirin ku dewleta Tirk bi ketina nava xaka Başûrê Kurdistanê careke din binpêkirin kir û bang li hikûmeta Iraqê kir ku li dijî dewleta Tirk bibe xwedî helwest.
Koma Tevgera Goran a li Parlamentoya Iraqê têkildarî ji aliyê Tirkiyeyê ve ketina xaka Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî da.
Koma Tevgera Goran bang li hikûmeta Iraqê kir û wiha tê gotin; “Hêzên Tirkiyeyê di çavçoveya zîncîre binpêkirinên xwe yên li ser welatên cîran tewamên nû dike, bi ketina bajarokê Sîdekan a Hewlêrê re careke din binpêkirin kir.
Bêdengiya hikûmeta Iraqê tiştekî ecêb e, em daxwaz dikin ku hikûmeta Iraqê helwesta xwe eşkere bike. Em daxwazê ji Iraqê dikin ku li Iraqê eniya Tirkiyeyê negire. Herwiha daxwazê ji Wezareta Derve û hikûmetê dikin ku hemû peywendiyên dîplomasî û aborî li hemberî Tirkiyeyê rawestînin.”

