Nûnertiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) ya Kerkûkê bang li hikûmeta Iraqê, Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo ewlekarî û aramiya Kerkûkê bikevin tevgerê.
Di nameya YNKê ya ku ji seroktiya Iraqê, herêma Kurdistanê û NYyê re hatiye şandin de tê gotin ku hêzên iraqî nikarin ewlekariya bajêr dabîn bikin.
Di nameyê de hat gotin, “Ev demek e tevgera teroristên DAIŞê, kuştin û revandina hemwelatiyan bi eşkere û nehênî li Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî Îdareya herêma Kurdistanê zêde bûn e. Ew hemû aliyekî agahdar dikin ku, parastina canê welatiyan erkê hikumeta navendî û wan hêzên çekdar e ku, niha berpirsiyariya ewlekariya wî bajarî di destê wan de ye.”
‘DIVÊ RÊ LI BER KARESATA MIROVÎ BÊ GIRTIN’
Di berdewamê de tê diyarkirin, “Rewşa niha û zêdebûna tevgera grûbên teroristî li Xûrmatû, Daqûq û Kerkukê, ku jiyana xelkê navçeyê ketiye metirsiyê, wê yekê nîşan dide ku Hêzên Ewlekariyê û Artêşa Iraqê nikare asayişa Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî biparêze. Ew daxwazê ji hikumeta Bexdayê dikin ku, tevayiya karînên xwe ji bo parastina jiyana welatiyan bikarbîn e. Herweha ji Hikumeta herêma Kurdistanê daxwaz dike ku, rê li dirustbûna karesatek mirovî li wan navçeyan bigire.”
‘ÇARESERÎ NEYÊ DÎTİN, EM Ê RÊYÊN DIN BIDIN BER XWE’
YNKê daxwaz ji Bexda û Hewlêrê kir, bi alîkarîya Neteweyên Yekbûyî, li ser dirustkirina Hêzeke Hevbeş ji Pêşmerge, Artêşa Iraqê û Dezgehên Ewlekariyê, ji bo tevayiya wan navçeyan li hev werin û got, “Ger çareseriya vê rewşê neyê kirin, dê rêyên din bigirin ber xwe.”

