Parlamantoya Îranê ji ber gendeliyan lêpirsîn di der barê Wezîrê Kar Elî Rebî de bi dengê 129 parlementeran erê kir û ji kar hat dûrxistin.
Îro Wezirê Kar ê Îranê Elî Rebi ji bo lêpirsîn û îmzeyan danê sibê çû parlamentoyê, di encama runiştina lêpirsînê de 129 parlamanteran dengê erê û 111 parlamanteran jî dengê na bikar anî û wezîrê kar ji karê wezîrtiyê hat dûrxistin.
Dûrxistina wezîr hat erêkirin
Parlamantoyê di derbarê êrêkirinên Wezareta Kar ya ji bo dabînkirina derfetên kar û cudakirinên mûçeyan, rewşa teqawitan û karkeran pirs ji ji Elî Rebî dikin. Ji ber nebûna bersiva wezîrê kar bi piraniya dengên palamantoyê ji kar hat dûrxistni.
Hêjayî gotinêye ku yek ji wan dirûşmeya dewleta Hesen Rûhanî ew bû ku dabînkirina derfetên kar ji bo welatiyan bû. Ev wezîr dibêje ku wî ji bo zêdetirî 1 milyon karker derfeta kar peyda kiriye. Piştî 5 salan ji karê dewleta Rûhanî yek derfet jî ji bo welatiyan nehatiye amadekirin. Lê heya niha jî milyonek û 600 hezar karker bê Karin.

