Krîza keşe Brûnson a di navbera DYA’yê û dewleta tirk de her ku diçe kûrtir dibe. Li ser hin îdiayên ku di gotin ‘dewleta tirk û DYA’yê lihev kiriye’, berdevka Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Heather Nauert wiha got: “Ger lihevkirinek hebûya niha Brûnson niha li vir bûya.”
Berdevka Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Heather Nauert hinek angaştên têkildarî çareserkirina pirsgirêka keşe Andrew Brûnson ku ji aliyê AKP’ê ve tê girtin, derewand.
Di çarçoveya polîtîkaya dîlgirtinê ya AKP’ê de, DYA’yê ji bo berdana keşe Andrew Brûnson ku niha li Tirkiyeyê di malekê de girtiye, biryara danekirnê ji bo 2 wezîrên tirk girtibû. Piştî biryara DYA’yê li Tirkiyeyê lîreyê tirk li beramberî dolar ji nirx ket, dolar bilind bû û hikûmeta tirk 2 berpirsên xwe duh şandin Wasahîngtonê. Hinek şaxên çapemeniyê îdia kiribûn ku pirsgirêk hatine çareserkirin, lê ev îdia ji aliyê DYA’yê ve derewandin. Berdevka Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Heather Nauert pirsên têkildarî mijarê bersivand û wiha got; “Nûçeyên têkildarî lihevkirina bi Tirkiyeyê re ez nabêjim rast e. Ger lihevkirinek hebûya dê keşe Brûnson vegeriya mala xwe”.
Nauert pirsên têkildarî muzakeriyên bi Tirkiyeyê re jî bersivand û wiha got; “Armanca me ew e ku Brûnson û hemwelatiyên din yên DYA’yê vegerin welatê xwe. Lê niha em ne di wê qonaxê de ne.”

