Tevgera Azadiya Civaka Kurdistan bibîr xist ku li ser asta Iraqê fermiyeta wan hatiye qebûlkirin, lê dîsa jî desthilata Herêma Kurdistanê nehiştiye ku tevlî hilbijartinên Parlamentoya Herêmê bibin. Tevgera Azadî bal kişand ku ew di hilbijartinan de piştgiriyê nadin tu partî û rêxistinan, lê wê namzetên welatparêz, girêdayî têkoşîna netewî û pîvanên demokrasiyê destek bikin..
Tevgera Azadiya Civaka Kurdistan li avahiya xwe ya li bajarê Silêmaniye bi daxuyaniyek çapemeniyê helwesta xwe ya derbarê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku wê di 30’ê îlonê de werin pêkanîn de, eşkere kir.
Daxuyani ji aliyê Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah ve hat xwedin. Mihemed Ebdullah bibîr xist ku her çiqasî ew weke partiyek fermî ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve bi awayek fermî hatibin pejirandin jî lê Hikûmeta Herêmê, bi taybetî jî PDK’ê rê nedaye ku ew beşdarî hilbijartinên 30`ê Îlonê bibin.
Ebdullah destnîşan kir ku ew ji ber astengiyê tevlî hilbijartinan nabin, lê wê helwesta wan hebe û wiha axivî: “Projeyên me ji bo çareserkirina rewşa siyasî û hemû aliyên civakê hebûn û wê hebin jî. Tirsa herî mezin a desthilata Herêma Kurdistanê li beramber qedexekirina me ev projeyên me bûn ku îrade û xwe rêveberiya gel bingeh digre. Tevgera Azadî di 17’ê Cotmeha 2014`an de hatiye damezrandin. Li gel nebûna tu pirsgirêkên qanunî me daxwazname pêşkêşi aliyên peywendîdar kir ku me bi awayek fermî nas bikin. Lê li gel derbazbûna çar salan jî heya niha ti bersivek ne erênî ne jî nerênî nehat dayîn. Li gorî qanûnan jî eger piştî sê mehan bersiv neyê dayin ew partî êdî dibe partiyek fermî.”
Ebdullah bal kişand ser biryara astengkirina beşdarbûna hilbijartina 30’ê Îlonê û wiha dewam kir; “Ev biryarek siyasî ye. Di vir de ya ji bo me cihê şik û balkêş ewe ku niha hemu partiyên siyasî propagandaya hilbijartin û demokrasî, azadî û mafê mirov dikin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber politikayên şaş, dirûyî û gendeliyê civakê xistiye nava qeyranê. Gel neçar dimînin ku ji cih û warê xwe koçî dervey welat bikin. Li aliyê din jî Başûrê Kurdistan ru bi ru êriş û dagirkeriya welatên dagirker bûye.”
Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah da zanîn ku ew di hilbijartinan de piştgiriyê nadin tu partî, lîste û rêxistinan, lê belê ewê destek bidin namzetên ku girîngiyê didin welatparêzî, pîvanên demokrasî, xizmeta gel û bawerî û hewldanên wan ji têkoşîna netewî heye.
Ebdullah axaftina xwe wiha bidawî kir: “Em weke Tevgera Azadî dibêjin di rewşeke wiha ku civak ti hêviya xwe nemaye û ketiye nava krizan, pêkanîna hilbijartinê wê van krîzan kûrtir bike. Em weke Tevgera Azadî ji bo çareserkirina rewşa siyasî û civakî çi erkê ku bikeve ser milê me emê bicih bînin. Tenê hilbijartin têra çareserkirina pirsgirêkan, guhertin û demokratîkbûnê nake.”

