Ev demeke pir dirêj e ku sirra Sêgoşeya Şeytan a Bermûdayê nedihat zanîn. Lê lêkolînerên îngilîz piştî xebateke 10 salan sirra vê herêmê derxistin holê. Zanyarên okyanûsê yên îngîlîz dan zanîn ku li herêma Sêgoşeya Şeytan a Bermûdayê pêlên bi bilindahiya 30 metreyan çêdibin û keştiyên herî modern jî ber bi okyanûsê ve dikişînin.
Oşînografên îngîlîz piştî lêkolîna ku 10 sal berê dabûn destpêkirin, piştperdeya windabûnên li herêma Sêgoşeya Şeytan a Bermûdayê zelal kir.
Herêma Sêgoşeya Şeytan a Bermûdayê dikeve navbera Florîda, Porto Rîko û Bermûdayê. Ev herêm ji sêgoşeyeke bi qasî 700 hezar kîlometreçargoşeyê pêk tê. Di encama lêkolînên di demên berê de pispor rastî xerabeyên bi sedan keştiyan hatibûn. Lê tevî vê yekê jî tu caran sedema binavbûna keştiyan û windabûna wan, agahiyên zelal nedihatin bidestxistin.
Der barê mijarê de rojnameya New York Timesê jî angaşteke girîng kir û da zanîn ku di nav 500 salan de herî kêm 50 keştî, 20 balafir û bi hezaran mirov li Sêgoşeya Şetan a Bermûdayê winda bûne.
Pêl heta 30 metreyan jî mezin dibin
Di heman mijarê de lêkolînerên ji Zanîngeha Southampton’ê dan zanîn ku pêlên bi bilindahiya 30 metreyan ên li vê herêmê, keştî ber bi okyanûsê ve kişandine. Zanistê okyanûsê zanyar Dr. Simon Boxall di daxuyaniya xwe de anî ziman ku pêlên ku li başûr û bakurê herêmê pêk tên hene û wiha domand: “Me pêlên ku 30 metreyan derbas dikin, hesab kir. Ji ber vê yekê jî keştî çiqas mezin be, zirarên wê jî ewqas mezintir dibin.”
Pêlên pir mezin çêdibin
Di dema behrên vekirî de pêl li hev dikevin û vediguherin pêlên mezintir. Bi qasî 8,5 psî şikestina fişara pêlên normal ên 12 metreyî heye. Keştiyên modern li gorî 21 psî’yan hatine amadekirin. Lê pêlên mezin xwedî şikestina fişarê ya 140 psi’yan e. Ev jî dikare keştiyên herî mezin jî binav bike.
Par jî balafirek winda bûbû
Par jî balafireke ku 4 rêwiyên wê hebûn, li herêma Sêgoşeya Şeytan a Bermûdayê winda bû. Dema ku balafir di radarê de winda bûye, ji Porto Rîkoyê ber bi Florîdayê ve diçû. Lê tevî hemû lêgerînan jî der barê balafirê û rêwiyên tê de tu agahî nehatin bidestxistin.

