Şêxê eşîra Fedan a mezintirîn eşîrên ereb li Girê Spî û beşek ji qebîleya Enza ya ji mezintirîn qebîleyên Erebistana Siûdî Şêx Fewaz Ubeyd El-Salih El-Xebîn li ser peyamên Olana wiha got: “Em bi fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ne û destwerdana Tirkiyeyê di karûbarên Sûriyeyê de red dikin.”
Şêxê eşîra Fedan a ji mezintirîn eşîrên ereb li Girê Spî û beşek ji qebîleya Enza ya ji mezintirîn qebîleyên Erebistana Siûdî Şêx Fewaz Ubeyd El-Salih El-Xebîn di hevdîtineke xwe de destnîşan kir ku ew bi Abdullah Ocalan, yê hewl dide aştî û edaletê li herêmê pêk bîne, re ne.
Şêx Fewaz destwerdanên Tirkiyeyê red kir û anî ziman ku gelên herêmê bi hev re bêyî cûdabûn bi azadî û aştî dijîn.
‘Abdullah Ocalan li ser rêya heqiyê ye’
El-Salih bal kişand ser fikrên Abdullah Ocalan û ev tişt got: “Abdullah Ocalan li ser heqî û edaletî ye. Ocalan banga azadiya hemû gelên bindest dike. Ferqê naxe navbera kurd û ereban. Lê kesên edalet û azadiyê red dikin ew girtin û tecrîd lê ferz kir.”
Şêx Fewaz diyar kir ku Tirkiye xebatên Ocalan ên ji bo çareserkirina krîzên herêmê asteng dike û wiha got: “Tirkiye li dijî edalet û azadiyê ye. Berjewendiyên xwe di kûrkirina aloziyan de dibîne.”
Abdullah Ocalan 7‘ê Tebaxê bi rêya parêzeran nameyek şandibû. Ocalan di nameyê de dibêje ew amade ye pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike. Li ser vê Şêx Fewaz wiha got: “Em bi dil û rih bi Ocalan re ne. Em ji kesên ji vî welatî hez dikin in.”
‘Ferq di navbera me û gelê kurd de nîne’
Şêx Fewaz Ubey El-Salih di berdewama axaftina xwe de îşaret bi têkiliyên kurd û ereb kir û wiha got: “Ger em rûpelên dîrokê vekin em ê bibînin ku ferq di navbera me û gelê kurd de tune ye. Xemgîniya me xemgîniya wan e û kêfxweşiya me kêfxweşiya wan e.”



