Bertekên li dijî êrîşa rejîmê yê li ser Kurdistanê didomin.
Di vê çarçoveyê de hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî bi nameyekê êrîşa rejîma Îranê şermezar kir û sersaxî xwest. Hevserokan gotin ku kurd têkoşîna azadiyê di nav her şertî de didomînin, di serî de Îran, divê devletên herêmê dev ji polîtîkayên tundiyê berdin.
Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê jî bi daxuyaniyek nivîskî êrîş şermezar kir û diyar kir ku bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li dijî êrîşên dewleta tirk, derî ji êrîşên Îranê re vekiriye. Her wiha Tevgerê got ku yekane çareserî yekitî ye.
Sazî û dezgehên kurd ên li Rûsyayê jî bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kir û got ku çawa dijminên kurdan dibin yek divê kurd jî bibin yek.
Her wiha Komeleya Jinên Kurdistanê (KJK) û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) jî êrîş şermezar kir.

