Endama Meclisa Zagonsaz Haystan Xelef diyar kir ku berpirsyarên qeyran û şerê li Sûriyeyê Îran, Tirkiye, Rûsya û Amerîka ne û got ku ev dewlet ji bo berjewendî û pêkanîna armancên xwe xwîna gelan dirijînin. Xelef destnîşan kir ku jinan pêşengiya şoreşê kiriye dikarin pêşengî ji çareseriya Sûriyeyê re jî bikin.
Endama Meclisa Zagonsaz Haystan Xelef geşedanên siyasî ku van rojên dawîn li Sûriyeyê diqewimin nirxandin. Xelef diyar kir ku jinên pêşengiya şoreşa rojavayê Kurdistanê kirin dê bibin pêşengên çareserkirina qeyrana Sûriyeyê jî. Xelef der barê rewşa Sûriyeyê û her wiha hêzên ku dixwazin serweriya xwe li ser Sûriyeyê ferz bikin de ev nirxandin kir: “Sûriye bûye navneda şerê cîhanê yê 3’yemîn. Ji ber dewlemendiya xaka Sûriyeyê hemû hêzên hegemon li ser xaka wê ji bo bidestxistina berjewndiyên xwe, şer dikin. Bi hezaran zarok û jin tên qetilkirin ji ber hesabên qirêj ên hêzên zordest.”
Berpirsyar hêzên zordest in
Di axaftina xwe de Xelef Rûsya û Amerîkayê wekî berpirsiyarên domandina qeyrana li Sûriyeyê pênase kir û wiha domand: “Îran, Rûsya, Amerîka û Tirkiye berpirsên şerê ku heta vê kêliyê li Sûriyê dewam dike ne. Ser qetilkirina gelê Sûriye û rijandina xwîn gel dixwazin berjewendiyên xwe pêk bînin.”
Rejîma Baasê aramiyê hedef digire
Xelef bal kişand ser bûyera ku çend roj berê li Qamişloyê rû da û di encamê de 11 leşkerên rejîmê hatin kuştin û 7 hêzên ewlehiyê jî şehîd bûn û wiha pê de çû: “Rêjîma Baasê aramiya bajarê Qamişloyê hedef digire, herêmên ku bi xwîna gel û şervanên wê hatine rizgarkirin dixwazin veguherînin qada şer û nakokiyan. Lê ew rastî berxwedaneke bêhempa hatin û di êrîşê de hat aşkerakirin ku çiqasî xwedî zihniyeteke şerker in û aramiya gelan hedef digirin.”
Her wiha Xelef di dawiya axaftina xwe de rol û mîsyona jin û ciwanan di çareserkirina qeyrana Sûriyeyê de nirxand û wiha bi dawî kir: “Di şerê ku li herêm û Sûriyeyê hat meşandin de herî zêde jin û zarok jê bi bandor bûn. Lê jinên ku pêşengiya Şoreşa Rojava kirin niha dikarin ji qeyrana Sûriyeyê re bibin bersiv. Di vir de erka herî zêde dikeve ser milên jin û ciwanan. Divê jin û ciwan hêza xwe xurt bikin û ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyeyê, têkoşînê bilind bikin.”

