Wezirê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bang kir ku ‘edeba’ a Idlibê ku Idlib ‘hêlina kerî dawî ya mezin a terorê ‘ ye were paqijkirin. Her wiha Lavrov got ji bo ku çeteyên El Nusrayê hebûna xwe berdewam bikin amadekariyên êrîşên çekên kîmyewî dikin.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bang kir ku dê ‘edab’a Idlibê ku ‘hêlîna herî dawî ya mezin a terorê’ ye were paqijkirin.
Lavrov ji bo Idlibê, ku Enqere, Tehran û Mosovê di hevdîtinên Astanayê de weke ‘herêmên bê şer’ diyar kiribûn, got, ‘hêlîna herî mezin a terorê’ ye.
Wezîrê rûs der barê Idlibê de axivî û wiha got: “Hêlîna herî mezin a dawî ya wan terorîstan ku li ser qadên bi statûya bê şer spekulasyonê dikin, hewl dide ku sivîlan bike mertalên zindî û serî li wan komên çekdar bitewîne ku amade ne bi hikûmetê re rûnin.”
Hewldanên provakasyonê
Lavrov her wiha bi îdiaya ku hewl didin operasyonê asteng bikin dewletên rojavayî tawanbar kirin. Lavrov piştî ku bi Wezîrê Karên Derve Adel El Cubeyr re rûnişt daxuyaniya çapemeniyê da û got, “Hêvî dikim ku hevkarên me yên Rojavayî provkasyonan teşwîq nekin û li dijî operasyona antîterorê nebin asteng’’. Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku Eniya El Nusra ji bo ku hebûna xwe bidomîne, li Idlibê amadekariya êrîşên bi çekên kimyewî dike.
Fikarên NY’yê hene
Neteweyên Yekbûyî (NY) jî ddiyar kir ku heke operasyonek li ser Idlibê li dar bikeve 800 hezar kes dê neçar bimînin ku cihê xwe biterikînin. Berdevka Bûroya Koordînasyona Karê Mirovî ya NY’yê Lînga Tom li Şamê axivî û got, “Hejmara mirovên ku pêdiviya wan bi alikariyê heye bi rengekî dramatîk zêde dibe.”

