Hesen Rûhanî cara yekemîn ji aliyê wekîlan ve hate lêpirsînkirin. Ev yek di demeke wisa de pêk hat ku di navbera Îran û DYA’yê de kêşeya nukleerê heye û çalakiyên protestoyî yên ji ber qeyranên aboriyê û civakî zêde bûne. Rûhanî di bersivên xwe de got ku pêwîst e ew bibin yek.
Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî ku der barê wî de pêşnûmepirsa pê baweriyê hate dayîn, di mijara pirsgirêkên aboriyê û civakî de nekarî parlamenteran qanih bike.
Hesen Rûhanî cara yekemîn ji aliyê wekîlan ve hate lêpirsîn. Ev yek di demeke wisa de pêk hat ku di navbera Îran û DYA’yê de ji ber bernameya nukleerî alozî heye û çalakiyên protestoyî yên ji ber qeyrana aboriyê û civakî zêde bûne. Di rûniştina du saetan a meclîsê de parlamenteran li ser pênc dosyayan nêrîna xwe anî ziman. Parlamenteran li ser çar ji pênc dosyayan aciziya xwe nîşan da.
Serokkomar Rûhanî li hemberî rexneyên muxafazakar û reformxwazan got, “Divê neyê gotin ku qeyranek heye. Qeyran nîne. Ger ev yek were gotin, ew ê bibe pirsgirêkeke civakî û veguhere gefeke rasteqîn.” Rûhanî di rûniştina meclîsê de li ser mijara derketina welat ji nav qeyranê tu pêşniyar nekirin û wiha berdewam kir; “Mirov ji DYA’yê ditirsin. Ji nelihevkirina me ditirsin. Ger mirov bibînin ku em bi hev re û yek in, hingî dê bawer bikin ku pirsgirêk jî dikarin werin çareserkirin.” Parlamento dikare Rûhanî ji wezîfeyê bigire. Lê lîderê olî Ayetûllah Alî Hamaney destekê dide Rûhanî.

