Serokê Îranê Hesen Rûhanî biryara serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişandina ji hevpeymana nukleer rexne kir û got ku ev vekişandin kambaxî û bêqanûnî ye. Her wiha Washîngton tawanbar kir ku hewl dide Îranê hilweşîne.
Rûhanî di axaftina xwe ya li dîdargeha giştî ya dadgeriyê de ku di televîzyona fermî de hatiye weşandin, got ku gava Trump a der barê hevpeymana nukleerî kambaxî û bêqanûnî ye û rûyê Amerîkayê di cîhanê de reş kiriye û Îran jî mafê xwe yê geşkirina uranyumê ji bo armancên aştiyane diparêze. Rûhanî her wiha Amerîka tawanbar kir ku ew hewl dide Komara Îslamî ya Îranê ku piştî şoreşa 1979’an hatiye damezirandin, hilweşîne.
Rûhanî bal kişand ser ku plana ku Amerîka çêdike ew e ku Îran neçar bimîne ku ji hevpeymana nukleer derkeve, ango ne ew jê vekişe û wiha domand: “Amerîka her tim dixwaze rengekî ewlekarî bixe ser mijara nukleerê ya Îranê. Li ser vê bingehê hewl nîşan bide ku Îran erkên xwe yên nukleer pêk nayne. Lê nikaribû ajansa navneteweyî bi îdiayên xwe razî bike. Nîşana vê yekê jî ew e ku Yekitiya Ewropayê bi 28 dewletên xwe û hemû dewletên girêdayî hevpeymana nukleerê vekişandina Amerîkayê ji hevpeymanê red kir. Em tu caran nahêlin ku welatên ji der ve dest bavêjin welatê me û em nayên lîstokên wan.”

