Rejîma Îranê welatiya bi navê Zeynep Sekaanvand ku bi darê zorê hatibû zewicandin û rastî tundiya sîstematîk a hevjînê xwe dihat û ji ber vê yekê hevjînê xwe kuştibû, bi darve kir.
Welatiya jin a Zeynep Sekaanvand a 24 salî ku ji ber tundî û zextên hevjînê xwe, neçar ma ku hevjînê xwe bikuje, ji hêla rejîma Îranê ve rsatî cezayê darvekirinê hatibû. Rejîma Îranê da zanîn ku Sekaanvand îro hatiye bidarvekirin. Têkildarî mijarê di sîteya înterneta ya Komîteya Jinan a Konseya Berxwedana Neteweyî ya Îranê (NCRI) nûçeyak hat parvekirin û hat destnîşankirin ku Sekaanvand îro li Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyeyê hatiye bidarvekirin.
NCRI’yê di nûçeyê de bidarvekirina Zeynep Sekaanvand şermezar kir û banga hestiyariyê li parêzvanên mafên mirovan, sazî û dezgehên navneteweyî kir ku li dijî darvekirina li Îranê bikevain nava liv û tevgerê.
Bi darê zorê hatibû zewicandin
Hêjayî gotinê ye ku Zeynep Sekaanvand di sala 2008’an de di 15 saliya xwe de bi darê zorê bi Huseyîn Sarmadî re hat zewicandin. Zeynep Sekaanvand bi awayekî sîstematîk rastî tundiya hevjînê xwe dihat. Her çiqas çend caran Sekaanvand ji hevjînê xwe xwestibe veqetin jî hevjînê ev daxwaz red kir. Li ser vê yekê jî Sekaanvand bi dehan caran serî li polîsan da û giliyê hevjînê xwe kir. Lê têkildarî mijarê polîs neketin nava tu hewldanan.
Rastî îşkenceya polîsan hat
Di sibata 2012’an de jî Sarmadî bi awayekî kêrkirî hate dîtin. Polîsan li ser vê yekê Sekaanvand girt û li qereqolekî li herêma Azerbaycan a rojavayê Îranê nêzî 20 rojan rastî îşkenceya polîsan hat. Di cotmeha 2014’an de jî dadgehê ji bo Sekaanvand biryara darvekirinê dabû û îro jî hate bidarvekirin.

