14 Kasım 2026
19.5 C
İstanbul

Rejîma Îranê roja bidarvekirina Penahî ragihand!

Birayê girtiyê kurd Ramîn Hisên Penahî, Ehmed Hisên Penahî da zanîn ku rejîma Îranê ji malbata wan re gotiye ku dê Penahî roja sêşemê bê bidarvekirin. Birayê Penahî bang li hemû cîhanê kir ku ji bo pêşîlêgirtina vê cînayetê bikevin nav liv û tevgerê.

Rejîma Îranê dixwaze ku aktîvîstê kurd Ramîn Hisên Penahî (24) bi dar ve bike. Penahî bi cezayê bidarvekirinê tê darizandin, niha li Girtîgeha Navenda Senendîc (Sîne) girtî tê darizandin. Berpirsên Girtîgeha Recayî ya bajarê Tehranê ji malbatê re ragihand ku dê Penahî roja sêşemê bê bidarvekirin.

Têkildarî mijarê birayê Penahî, Ehmed Hisên Penahî li Silêmaniyê daxuyaniyek da û ev tişt destnîşan kirin: “Berpirsên Girtîgeha Recayî ya Tehranê ji me re ragihand ku dê roja sêşema hefteya bê dê Ramîn bi dar ve bikin. Rewşa tenduristiya Ramîn gelek xerab e. Dest bi greva birçîbûnê kiriye.”

Bang li hemû cîhanê kir

Ehmed Hisên Penahî diyar kir ku dosyaya Ramîn bûye dosyaya kurdan û navneteweyî û wiha pê de çû: “Bi darvekirina Ramîn, Îran hemû kurdan bi dar ve dike. Rizgarkirina Ramîn rizgarkirina hemû kurdan û kesên gefa darvekirinê li ser wan e. Ez bang li NY’ê, rêxistinên mafên mirovan, hêz û kesayetên Kurdistanê dikim ku xwedî li Ramîn derkevin.”

Ketibûn kemîna pasdaran

Hêjayî gotinê ye ku Ramîn Hisên Penahî ji Sinê ya rojhilatê Kurdistanê ye û di 23’yê hezîrana 2017’an de bi komeke 4 pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê-Îranê li Sineyê ketin kemîna pasdarên Îranê. Di encamê de 3 pêşmerge şehîd bûn û Ramîn Hisên Penahî jî bi birîndarî hate girtin. Rejîma Îranê jî cezayê bidarvekirinê li Penahî birî.

Dayika Penahî name ji Konseya YE’yê re şand

Ji bo xerabkirina biryara bidarvekirina Penahî ji bajarên Ewropayê heta gelek deverên din ên cîhanê çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Her wiha kampanyayên îmzeyê hatin destpêkirin û bi dehhezaran kesan ji bo betalkirina vê biryarê kampanya îmzeyê kir. Dayika Penahî ji Konseya Yekitiya Ewropayê re nameyek şand. Di heman mijarê de li parlamentoya Îranê jî 32 siyasetmedar û parlamanteran nameyek îmze kir û ji dadgeha Îranê re şand.

Hemû bangewaziyan bê bersiv hiştin

Her wiha 24 rêxistinên sivîl û saziyên Mafên  Mirovan bi belavkirina belavokan bal kişand ser rewşa Penahî. Rêxistina Mafên Mirovan (Human Rights Watch), Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty International) û bi dehan rêxistinên din ên navneteweyî heman daxwaz pêşkêşî rayedarên hikûmeta Îranê kir. Di 2’yê gulana 2018’an de jî rejîma Îranê ji bo darvekirina Ramîn, xistin girtîgeha yek kesî.  Li ser vê yekê jî xwarziya Ramîn, Niştiman dawî li jiyana xwe anî.

Biryara bidarvekirinê ragihandin

Tevî hemû bertekan jî rejîma Îranê cezayê darvekirinê li Ramîn birî. Hikûmeta Îranê dixwaze bi awayekî ne fermî cezayê darvekirinê bicih bîne û dixwaze rayedarên hikûmetê vê yekê bike. Herî dawî rayedarên hikûmeta Îranê ji malbata Ramîn Hisên Penahî re ragihand ku dê roja sêşemê were darvekirin.

Son Haberler

İran ordusuyla şiddetli çatışma: Bir PJAK üyesi hayatını kaybetti

PJAK’ın askeri kanadı YRK, Serdeşt kentinde İran ordusuyla yaşanan...

Mekke Anlaşması resmileşti

Türkiye, Pakistan ve Suudi Arabistan arasında ortak savunma amacıyla...

Tayyip Temel: Öcalan’ın inisiyatifiyle bir koordinasyon kurulu oluşturulacak

DEM Parti Eş Genel Başkan Yardımcısı Tayip Temel, Nûçe...

Trump, Çin ve Rusya ile üçlü görüşme gerçekleştirdi

ABD Başkanı Donald Trump'ın gelecek hafta Filipinler ve Çin'i...

ABD’de tüm uçuşlar durduruldu: ‘Bu yeni bir 11 Eylül değil’

ABD'de hava trafik kontrolündeki "iletişim sorunu" nedeniyle tüm uçuşlar...

Hareket Yönetimi: Demokratik siyasete katılmaya hazırız

PKK Hareket Yönetimi, barış sürecine ilişkin yaptığı açıklamada, Türkiye...

“Amude Sineması katliamının acısı hâlâ taze”

Demokratik Birlik İnisiyatifi, Rojava'nın Amude kentinde 13 Kasım 1960'ta...

Türkiye Gündemi

Tayyip Temel: Öcalan’ın inisiyatifiyle bir koordinasyon kurulu oluşturulacak

DEM Parti Eş Genel Başkan Yardımcısı Tayip Temel, Nûçe...

İBB davasında ara karar: İmamoğlu’nun avukatı Mehmet Pehlivan dahil sekiz kişiye tahliye

Görevden uzaklaştırılan İBB Başkanı Ekrem İmamoğlu'nun da aralarında bulunduğu...

HABAŞ patlaması: Dokuz kişi tutuklandı, yönetim kurulu başkanı adli kontrolle serbest

İzmir'in Aliağa ilçesinde faaliyet gösteren HABAŞ Demir Çelik Fabrikası'nda...

‘Edebiyat ve Barış Konferansı’ düzenleniyor

Edebiyatçıların bir araya geldiği konferansta konuşan katılımcılar, barış sürecine...

Barış Annesi Elif Aslan yaşamını yitirdi

Barış Annesi Elif Aslan, geçirdiği beyin kanaması sonucu hayatını...

Bu fotoğraf İYİ Parti’i karıştırdı

İYİ Parti Genel Başkanı Müsavat Dervişoğlu'nun, Anıtkabir'deki 29 Ekim...

Özel: Vahim iddialar doğru çıkarsa Sarıgül’ü biz de savunamayız

Yeni Parti Genel Başkanı Özgür Özel, Erzincan Milletvekili Mustafa...

Numan Kurtulmuş: Süreç başarıyla ve hakikaten fevkalade üstün bir koordinasyonla rotasında devam ediyor

Meclis Başkanı Numan Kurtulmuş, TBMM Plan ve Bütçe Komisyonunda,...