Zext û zordariya hikûmeta AKP-MHP’ê ya li ser girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewamin. Di vê çarçoveyê de bi taybet jî li hemberî girtiyên nexweş asta binpêkirinan her ku diçe zêdetir dibe. Hat zanîn ku girtiyê nexweş Medenî Varol ev 3 meh in ranekirina nexweşxanê û rewşa wî ne baş e.
Têkildarî mijarê xwişka Medenî Varol a bi navê Rûken Varol anî ziman ku Varol li Girtîgeha Tîpa L ya Rîzeyê girtî ye û ev agahiye parve kirin: “Rewşa wî gelek giran bûye. Birîna 3 guleyan heye. Birayê min beriya bi 2 salan hate girtin. Dema ku hatiye girtin jî bi sê guleyan hatibû birîndarkirin. Bêyî ku were dermankirin jî birin girtîgehê. Li gel ku bijîşk got ku divê were tedawîkirin, nebirin nexweşxaneyê. Ev sê meh in qet nebirine nexweşxaneyê. Ev 2 sal in birîna wî her ku diçe xerabtir dibe. Girtiyên din ên bi birayê min re jî di heman rewşê de ne.”
Di berdewamê de jî Varol got ku xwarina ku didin girtiyan jî ne baş e û wiha dom kir: “Rewşa qawîşan xirab e û ev jî bandoreke neyînî li ser tenduristiya girtiyan dike. Dema ku em diçin serdanê, 2 heta 3 caran rastî lêgerînê tên. Girtî vê qebûl nakin û ji ber vê jî tên cezakirin. Bi rengekî sîstematîk zextê li ser girtiyan dikin. Girtî dixwazin ku gel li ser rewşa girtîgehan bihestiyar bin û em malbatên girtiyan jî vê hêviyê dikin. Pêdiviya girtiyan bi desteka derve heye. Ji bo girtiyên nexweş bi lezgîn pêdivî bi kêferatên mezin heye.”

