Pisporê Şerqîyetê yê Zanîngeha Pêwendiyên Derve ya Moskow a Dewleta Rûsyayê Yuriy Zînîn, li ser mijara Minbicê û helwesta kurdan li Sûriyeyê ji hin agahî dan.Pisporê Rûsî yê Zanîngeha Pêwendiyên Derve ya Moskow a Dewleta Rûsyayê Yuriy Zînîn, li ser mijara Minbicê û helwesta Kurdan li Sûriyeyê hin agahî dan.
Zînîn got, “Armancên Amerîkayê hene. Amerîka dixwaze li herêmê hevpeymaneke wê ya nêzîk hebe ku ev rewş jî li dijî berjewendiyên Tirkiyeyê ye. Dema em werin ser Kurdan, di tevgera kurdan de jî yekîtî nîne û ev jî bêtalihiyek e.”
Pisporê rûsî diyar kir ku kurd dixwazin ji nakokiya navbera Amerîka-Tirkiyeyê qezencekê bi dest bixin û wiha pê de çû: “Kurd bi dehan salan hewil didin ji hêzên derve piştgiriyê bistînin. Ev rewşa wan jî tê fahmkirin. Lewra sînorên wan ên derve ku bi dinyayê re pêwendiyê bikin nînin. Ji ber vê jî her cure nakokiyên navbera aliyan ji xwe re bikar tînin. Wekî tê zanîn, di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de hin cudahî û nêzîkatiyên cuda hene.”
‘HÊZEKE HEVGIRTÎ YA KURDAN HEBÛYA NIKARIBÛN WIHA NÊZÎKÎ WAN BIBIN’
Zînîn destnîşan kir, heger kurdan bikariya bibin xwedî hêzeke hevgirtî ku nûnertiya wan bike, wê ti welatekî nekariya ji bo berjewendiyên xwe nêzîkatiyê bi wan re bike.

