Beyanameya Partiya Saadetê (SP) îro ji aliyê serokê giştî yê partiyê Temel Karamollaoglu ve bi ser navê “Vîzyona Tirkiyeyê” ji bo raya giştî hat eşkerekirin. Di beyanameya partiyê de hat gotin ki ew ê “Pirsgirêka kurd çareser bikin.”
Wekî gelek partiyên din Partiya Saadetê (SP) jî îro li Enqereyê, paytexta Tirkiyeyê beyanameya xwe ya ji bo hilbijartinê bi ser navê “Vîzyona Tirkiyeyê” eşkere kir. Beyaname ji aliyê serokê giştî yê partiyê Temel Karamollaoglu ve hat xwendin.
Karamollaoglu di axaftina xwe de got, “Hemû hilbijartin girîng in lê ev hilbijartin bi rastî jî girîng e û xwediyê taybetmendiyeke dîrokî ye. Em wekî Partiya Saadetê dibêjin, ‘Bes e êdî! Ev pergal wisa nameşe. Temam, înşellah.”
Karamollaoglu bal kişand ser pirsgirêka kurd jî û got, “Em bi biryar in ku pirsgirêka kurd çareser bikin. Hemû mirov wekî hev ji dayik dibin.”
Serokê Saadetê ev tişt anî ziman, “Em ê dawiyê li duberebûnê bînin. Dewlet bi kufrê li ser lingan dimîne lê bi zilmê nikare li ser linga bimîne. Beqaya dewletê jï ya milet jî bi edalet pêkan e.”

